Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê yê Kar û Barên Birêxistinê ragihand ku Tengava Hurmizê bi temamî di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de ye.
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê yê Kar û Barên Birêxistinê Hebîbulah Seyarî diyar kir ku ew rê nadin ti keştî yan jî hêzên ku di wir re derbas bibin, heta ku hevahengî li gel wan neyê kirin.
Hebîbulah Seyarî di hevpeyvînekê de behsa rewşa hêzên deryayî yên Îranê kir û got:
"Îdia dikin ku zerer gihîştiye hêzên me lê heger ew mêrên şer bin bila werin pêş, ne ku ji dûr ve biaxivin."
Hebîbulah Seyarî li ser gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê jî anî ziman:
"Hêzên me yên çekdar di asta herî bilind a amadehiyê de ne.
Ew îdiayên ku Amerîka ji dûr ve dike, ti qîmetên wan nînin. Heger mêr bin, bila nêzîkî me bibin."
Kontrola Tengava Hurmizê û Kendavê
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê da zanîn ku rojavayê Tengava Hurmizê û Kendav bi "temamî" di bin kontrola hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran de ne.
Her wiha rojhilatê wê rêya avê û bakurê Okyanusa Hindê jî bi "temamî" di bin kontrola hêzên deryayî yên artêşa Îranê de ne.
Piştî destpêkirina şerê 40 rojî yê 28ê Sibata 2026an, Îranê Tengava Hurmizê li ber çûn û hatina keştiyên bazirganî û petrolhilgiran girtibû.
Hebîbulah Seyarî ragihand, "Ti keştî newêrin di Tengavê re derbas bibin, heta ku hevahengî neyê kirin û em bi xwe destûrê nedin."
Gefên li dijî Amerîkayê
Seyarî hişyarî da hêzên Amerîkayê ku nêzîkî Tengava Hurmizê nebin û li pey çû:
"Deryaya Umanê xeta pêşî ya Kendavê ye.
Neyar hewl dide bi wê rêyê bikeve hundir lê ti neyar newêrin ber bi Tengava Hurmizê ve werin.
Em rê nadin kesî ku nêzîk bibin."
Ev gotinên Seyarî di demekê de ne ku doh Donald Trump li Koşka Spî geşbîniya xwe ya ji bo bidawîhatina aloziyan diyar kiribû û gotibû:
"Îro rojeke mezin e, têgihîştineke me ya baş li ser bidawîanîna şerê li Îranê heye û em dê di demeke nêzîk de reşnivîsa dawî îmze bikin û dibe ku li Ewropayê be."
28ê Sibata îsal Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da.
Her çend ji 8ê Nîsanê ve agirbest hatiye ragihandin jî lê car caran di navbera wan de şer û pevçûn derdikevin.
