Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku şirketa SOMOyê çavdêriya rewşa liv û tevgera keştiyan a li Tengava Hurmizê dike.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku gava vekirina Tengava Hurmizê hîn nû ye.
Şirketa SOMOyê bi hevahengiya li gel aliyên pêwendîdar bi berdewamî çavdêriya rewşa keştivaniyê ya li deryayê dike.
Selîm Rukabî anî ziman, "Hema ku keştivaniya deryayî vegeriya rewşa berê, dê rêkarên ji bo hinartina petrolê û barkirinê dest pê bikin."
Peymana Amerîka û Îranê
Îran û Amerîkayê 18ê Hezîranê ji bo bidawîanîna wî şerê ku 28ê Sibatê di navbera wan de derketibû, peymaneke lihevtêgihîştinê îmze kir.
Li gorî naveroka wê, divê di nava 60 rojan de ev peyman bibe peymaneke fermî.
Piştî îmzekirina vê lihevtêgihîştinê, Tengava Hurmizê ya li Kendavê li ber tevgera keştiyan hat vekirin.
Beriya şer, ji sedî 90ê petrola Îraqê di vê tengavê re dihat hinartin.
Asta hilberîna petrolê daket
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku dem û asta hilberîna petrolê li gorî qadên petrolê diguhere û ev yek jî ji ber çend sedemên diyarkirî ye.
Beriya şer Îraqê rojane zêdetirî 4 milyon bermîl petrol hildiberand û ji wê mîqdarê zêdetirî 3 milyon bermîlî dihat hinartin.
Niha hilberîna rojane nêzîkî 1,5 milyon bermîl petrol e.
Vekişîna şirketên petrolê yên ji Îraqê û rawestîna hinartina petrolê ya di Tengava Hurmizê re wiha kir ku hilberîna petrolê ya li Îraqê ji bo nêzîkî ji sedî 25ê mîqdara berê kêm bibe.
