Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê Riza Telayînîk piştî êrişên îro yên Amerîkayê yên li welatê wî daxuyanî da.
Riza Telayînîk got, "Ezmûna her du şerên borî nîşan da ku gelê Îranê û hêzên çekdar li hemberî gef û zextan bi paş de gavan navêjin."
Telayînîk bal kişand ser şerê 12 rojan ê Îranê û Îsraîlê û wiha anî zimên:
"Şerê 12 rojan bû qada têkbirina raman û dîtinên dijmin û nîşandana hêza Komara Îslamî ya Îranê."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya ya Îranê ragihand:
"Şerê Remezanê îsbat kir ku her gefa li dijî gelê Îranê dibe derfetek.
Ev derfet ji bo xurtkirina şiyana parastinê, zêdekirina şiyana berxwedanê û bilindkirina asta amadehiya hêzên çekdar e."
Êrişên artêşa Amerîkayê didomin
Gotinên Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îranê di demekê de ne ku aloziyên di navbera Tehran û Washingtonê de zêde dibin.
Artêşa Amerîkayê şeva borî êrişî çend cihên di nav axa Îranê de kir. Ev êriş heta îro berê sibehê ajotin.
Şerê 12 rojan ê navbera Îran û Îsraîl roja înê 13ê Hezîrana 2025an dest pê kiribû.
Şer bi êrişeke asmanî ya berfireh a Îsraîlê ya li ser çend armancên di nav axa Îranê de dest pê kir.
Piştre Amerîkayê jî sê tesîsên sereke yên nukleerê yên Îranê bombebaran kirin û wisa tev li şer bû.
Piştî 12 rojên şer, berê sibeha 24ê Hezîrana 2025an li ser pêşniyara Donald Trump bi awayekî fermî agirbest hat ragihandin.
Şerê duyem û agirbest
Ji 28ê Sibata 2026an ve jî Amerîka û Îsraîlê bi awayekî hevbeş û ji nişka ve bi mûşekan û ji asman ve êrişî Îranê kir.
Bi vê yekê re di navbera her du aliyan de şerekî din dest pê kir ku ev şer 40 rojî ajot.
Di encama wî şerî de Rêberê Berê yê Îranê Elî Xamaneyî û gelek rayedar û fermandarên bilind ên leşkerî yên wî welatî hatin kuştin.
Piştî 40 rojên şer, 8ê Nîsana 2026an di navbera Îran û Amerîkayê de agirbest hat ragihandin.
Di navbera her du aliyan de dan û standinan dest pê kir lê heta niha ti encam jê derneketiye.
.webp&w=3840&q=75)