Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku peymana Îslamabadê ya ku niha dan û standin li ser tên kirin, tenê li ser bidawîanîna şer hûr bûye û got, “Peyman sibe nayê îmzekirin.”
Îsmaîl Beqayî her wiha got, "Di vê qonaxê de biryar hatiye dayîn ku qala mijarên atomê neyê kirin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro li ser dema îmzekirina peymana bi Amerîkayê re axivî û got:
"Divê em li bendê bin. Her çend sibe neyê îmzekirin jî îhtîmal heye ku di rojên pêş de ev yek pêk were."
"Divê em bi baldarî tevbigerin"
Berdevkê Wezareta Karên Derve amaje pê kir ku ji ber nezelalî û dudiliya aliyê beramber a di biryarên xwe de, divê ew bi baldarî nêzîkî vê pêvajoyê bibin.
Wî da zanîn ku nabe ew êdî ji bo belavkirina zanyariyan lezê bikin.
Peyama Trump a betalkirina êrişan
Serokê Amerîkayê Donald Trump 11ê Hezîranê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kiribû.
Trump di peyama xwe de gotibû, "Ji ber ku dan û standinên bi Komara Îslamî ya Îranê re gihiştine asta herî bilind a serkirdayetiya Îranê û hatine pesendkirin, min wekî Serokê Amerîkayê êriş û bombebaranên xwe yên plansazkirî yên îşev ên li dijî Îranê betal kirin."
Trump dabû zanîn ku peyman ji aliyê hemû aliyên pêwendîdar ve hatiye qebûlkirin û gotibû
"Dan û standin û xalên dawî, ji aliyê nêrîn û hûrgiliyên zêde ve, ji aliyê hemû aliyên beşdar ve hatine pesendkirin.
Di nav wan de Amerîka, Îsraîl, Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuweyt, Urdin, Misir û çendîn welatên din hene."
