Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro jî bilindbûna xwe domand lê zêdebûna bihayan îro li gorî doh hinekî sînordar bû.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr îro bi qasî 20 dolarî bilind bû û onsek bi 4 hezar û 324 dolaran hat kirîn û firotin.
Peymana Amerîka û Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku ji bo bidawîanîna şerê li Kendavê di navbera Amerîka û Îranê de peymaneke destpêkî hatiye îmzekirin.
Her çi qasî hûrgiliyên peymanê ji bo raya giştî nehatibin eşkerekirin jî her du alî dibêjin ji bo agirbesteke mayînde pêdivî bi dan û standinan heye.
Pisporê bazarên darayî yê şirketa "Marex"ê Edward Meir li ser mijarê got:
"Ji derengiya roja pêncşemê ve û piştî nûçeyên ji Îranê, bihayê zêr bilindbûneke dît.
Ez bawer dikim ev kêfxweşî û geşbînî dê çend rojên din jî didome û roja înê di merasîma îmzekirinê de dê bigihêje lûtkeyê."
Rewşa dolar û biryara FEDê
Dolarê Amerîkî di asta xwe ya herî nizm a 10 rojên borî de maye û vê yekê jî piştgiriyeke zêdetir da bihayê zêr.
Her wiha veberhêner li benda biryar û daxuyaniyên roja çarşemê yên Banka Navendî ya Amerîkayê ne.
Ev dê bibe biryara yekem di bin serokatiya Kevin Warsh de û bi awayekî berfireh tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîza bankê bê guhertin bimîne.
Meir di heqê pêşbîniyên li ser faîzê anî zimên:
"Bazar pêşbînî nakin ku îsal ti kêmkirina faîzê çêbibe. Eger Warsh amaje pê bike ku herî kêm kêmkirinek di dawiya îsal de heye, wê demê qîmetê dolar dê zêdetir dakeve û dibe ku em bilindbûneke din di bihayê zêr de bibînin.
Lê eger helwesteke tund li ser faîzê hebe, dibe ku zêr bikeve bin zextê."
Pêşbîniya nû ya City Bankê
Li gorî rapirsiyan, bazirganan pêşbîniyên xwe yên ji bo bilindkirina faîza Amerîkayê ya di meha Kanûna Pêşîn daxistiye ji sedî 57an, di vê navberê de divê bê gotin ku hefteya borî ev rêje nêzîkî ji sedî 70yî bû.
Li hêla din, City Banka Amerîkayê pêşbîniyên xwe yên ji bo bihayê zêr ê di maweyê sê mehên bê de 500 dolarî bilind kirin û diyar kir ku dê bihayê her onseke zêr bigihe 4 hezar û 500 dolarî.
