Hewlêr (Rûdaw) - TUÎKê ragihand ku Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xaniyan gelekî kêm bûye.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên meha Gulana 2026an eşkere kirin.
Li gorî amarên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina xanî û dikanan li gorî sala borî gelekî kêm bûye û bazar sar bûye.
Di firotina xaniyan de kêmbûneke zêde
Firotina xaniyan di meha gulanê de li gorî heman meha sala borî ji sedî 31,2 kêm bûye.
Vê mehê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê 93 hezar û 333 xanî hatine firotin.
Firotin di 5 mehên destpêkê yên salê de jî bi giştî ji sedî 6,6 kêm bûye û 569 hezar û 537 xanî hatine firotin.
Firotina xaniyên nû û yên kevin jî kêm bûye.
Firotina xaniyên nû ji sedî 27,9 kêm bûye û daketiye 30 hezar û 196an.
Firotina xaniyên hatine bikaranîn jî ji sedî 32,7 daketiye û tenê 63 hezar û 137 xanî hatine firotin.
Firotina bi deynê bankeyan
Firotina xaniyan a bi rêya îpotekê (bi deynê bankeyan) di meha gulanê de ji sedî 2,8 daketiye û bûye 19 hezar û 754.
Lê ev firotin di nava 5 mehên destpêkê de li gorî par ji sedî 25,8 zêde bûye.
Biyanî jî êdî xaniyan nakirin
Biyaniyên ku berê li Tirkiyeyê gelek xanî dikirîn, êdî daxwazeke mezin nîşan nadin.
Firotina xaniyan a ji bo biyaniyan di gulanê de ji sedî 27 kêm bûye û tenê hezar û 387 xanî hatine firotin.
Di kirîna xaniyan de welatiyên Rûsyayê bi 268 xaniyan di rêza yekem de ne.
Piştî wan welatiyên Îranê 125 xanî û yên Ukraynayê jî 88 xanî kirîne.
Firotina kargehan jî daketiye
Ne tenê xanî, firotina dikan û kargehan jî ketiye nav krîzê.
Firotina kargehan di meha gulanê de li gorî par ji sedî 30,9 kêm bûye.
Di 5 mehên ewil ên salê de jî firotina kargehan bi giştî ji sedî 9,7 daketiye.
Amar nîşan didin ku ji ber rewşa aboriyê û bihabûnê hêza kirînê kêm bûye.
Welatî êdî nikarin bi hêsanî bibin xwedî xanî û kargeh.
