Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku ji ber şer debara bi hezaran malbatên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê karê kolberiyê dikirin rawestiya, Birêvebirê Nahiyeya Hacî Omeranê got, "Dê ji roja şemiyê ve ji nû ve dest pê bike."
Ji destpêka Hezîrana 2025an ve ji aliyê Îranê ve ji zêdetirî 10 hezar şêniyên navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê re kartên kolberiyê hatibûn çêkirin û ew bi awayekî fermî diçûn û dihatin.
Lê piştî destpêkirina şerê Îranê yê bi Amerîka û Îsraîlê re, karê kolberiyê hat rawestandin.
Li parêzgeha Hewlêrê, rêya sereke ya çûnûhatina fermî ya kolberiyê, Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Hacî Omeranê ye ku dikeve nav sînorên Îdareya Serbixwe ya Soranê.
Birêvebirê Nahiyeya Hacî Omeranê Ebdulah Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û diyar kir:
"Em li pêşiya kolberiyê nebûn asteng û Îranê bi xwe ew rawestandibû lê em dixwazin bi awayekî rêkûpêktir dest pê bike."
Birêvebirê Nahiyeya Hacî Omeranê destnîşan kir ku doh Îranê rê daye hejmarek kolberan ku çûnûhatinê bikin û anî ziman:
"Ew kesên ku destûra wan heye dikarin li gorî rênimayan bixebitin."
Dê rojane 500 kolber çûnûhatinê bikin
Ebdulah Mehmûd eşkere kir ku sibe li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bêhnvedana fermî ye û li pey çû:
"Biryar e ji roja şemiyê ve rojane 500 kolber di derî re çûnûhatinê bikin.
Ew kesên ku destûra wan heye dikarin li gorî biryarên Îranê dest bi karê xwe bikin."
Ebdulah Mehmûd li ser wan barên ku kolber dibin jî ragihand:
"Gelek barên curbicur dibin, yê herî diyar caw e.
Em jî li gorî rênimayan rê didin ku ew bar werin birin."
Ji ber şerê Amerîka û Îranê yê ku dawiya meha sibatê dest pê kiribû, karê kolberiyê yê li wî deriyê Herêma Kurdistanê rawestiyabû.
