Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ragihand ku şandeya leşkerî û ewlehiyê ya hikûmeta federal û berpirsên Herêma Kurdistanê li hev kiriye.
Ev lihevkirin ji bo amadekirina nexşerêyeke xurt a parastina şirketên petrolê û rêlibergirtina êrişên li ser wan e da ku hilberîn û hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.
Şandeyeke bilind a leşkerî û ewlehiyê ya Îraqê ya bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah îro (14ê Hezîrana 2026an) hat Hewlêrê.
Şandeya Îraqê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Nexşerêyeke xurt tê diyarkirin
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Sebah Numan destnîşan kir ku her du aliyan li hev kiriye da ku ji bo parastina şirketên petrolê û sînordarkirina êrişên li ser wan nexşerêyeke xurt were diyarkirin.
Sebah Numan diyar kir ku ev lihevkirin ji bo asayîkirina rewşê ye da ku hilberîn û hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.
Wî anî zimên ku armanca vê yekê vejandina aboriyê û piştgirîkirina avakirinê ye.
Êrişên li ser qadên petrolê
Komên çekdar ên nêzîkî Îranê beriya niha êrişî qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê kiribû û şirketên petrolê jî ji ber van êrişan hilberîna petrolê rawestandibû.
Ev êriş hevdemî destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê çêbûbûn.
Serdana şandeya Îraqê ji bo hevahengiya parastina qadên petrolê û şirketên veberhêner ên li Herêma Kurdistanê bû.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê eşkere kir ku her du aliyan bal kişandiye ser xebata hevpar a artêşê û Pêşmergeyan.
Li gorî ku wî gotiye, armanca vê xebata hevpar dagirtina valahiyên ewlehiyê û têkbirina terorê ye.
