Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Îranê 20ê Hezîranê bi awayekî fermî girtina Tengava Hurmizê ragihand, bazarên cîhanê tevlihev bûn.
Hewldanên dîplomatîk ên li Swîsreyê jî ji bo rêlibergirtina teqîna rewşê gihîştin lûtkeyê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê û Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku girtina Tengava Hurmizê wekî bersivekê ye ji bo "binpêkirina xalên peymana aştiyê" ya ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve.
Tehran dibêje, biryar bû piştî îmzekirina peymanê hemû êrişên leşkerî werin rawestandin lê êrişên dijwar ên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê ku bûn sedema kuştina 20 kesan wiha kir ku Îran vê biryarê bide.
Supaya Pasdaran hişyarî da keştiyên bazirganiyê ku "nêzîkbûna li tengavê metirsiyê li ser ewlehiya wan çêdike."
Amerîka: Tengav vekirî ye û em dê bacê bisepînin
Li hemberî vê yekê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) nûçeya dorpêçkirina tengavê red kir.
CENTCOMê ragihand ku tenê roja şemiyê 55 keştiyên bazirganiyê yên ku 17 milyon bermîl petrol hilgirtibûn, bi silametî derbas bûne.
Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke tund de hişyarî da û ragihand ku eger di dema 60 rojên dan û standinan de peymana dawî neyê kirin, Washington dê wekî "Firîşteyê Parêzer" ê welatên herêmê, baceke taybet bi ser hemû wan keştiyan de bisepîne ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin.
Li Swîsreyê dan û standinên bilez
Tevî aloziyan jî deriyê dîplomasiyê nehatiye girtin.
Li havîngeha Burgenstockê ya Swîsreyê dest bi dan û standinan tê kirin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Jared Kushner û Steve Witkoff ji bo bi şandeya bilind a Îranê re bicivin ber bi Swîsreyê ve bi rê ketin.
Her wiha şandeyên Îran û Pakistanê jî gihîştin Swîsreyê û li benda dema civînê ne.
Armanca vê hevdîtinê rizgarkirina wê agirbesta lawaz e ku bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatibû.
Rewşa meydanî ya li nav avên Kendavê gihîştiye asteke metirsîdar.
Nêzîkî 500 keştî û 20 hezar deryavan li Kendavê asê mane.
Bîmeya keştîvaniyê ya şer ji sedî 0,25an derketiye ji sedî 8an.
Vê yekê wiha kiriye ku tenê derbasbûna tankerekê 8 milyon dolarî li ser wan bisekine.
Şirketên mezin ên wekî Maersk û MSCyê berê keştiyên xwe guherandiye û daye derdora parzemîna Afrîkayê.
Tengava Hurmizê ku tenê 33 kîlometreyan fireh e, rehê enerjiya cîhanê ye.
Rojane ji sedî 20ê petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di wir re derbas dibe.
Bihayê vê enerjiyê salane bi 600 milyar dolarî tê texmînkirin û piraniya wê enerjiyê jî ji bo aboriya welatên Asyayê diçe.
Pisporên deryavaniyê hişyariyê didin û dibêjin, eger îro peymanek jî were îmzekirin, ji bo ku liv û tevgera bazirganiyê asayî bibe 3-4 meh pêwîst in.
Sedema vê yekê jî hebûna mayînên deryayî û qerebalixiya zêde ya keştiyên li benderan e.
