Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê onsa zêr erzan bû.
Di çend saetên ewil ên vebûna bazaran de bihayê onsa zêr 50 dolarî daket û ons gihişt nêzîkî 4520 dolarî.
Lê paşê zêr beşek ji zererên xwe vegerandin û niha ons bi 4540 dolarî tê kirîn û firotin.
Piştî êrişa nû ya Amerîkayê ya li ser çend hedefên li başûrê Îranê, bihayê petrolê ducare bilind bûye.
Ev yek bûye sedem ku bandoreke neyînî li ser bihayê zêr were kirin.
Berpirsên Îranê li Qeterê ne da ku ji bo mijara pereyên blokkirî yên Îranê gotûbêjan bikin.
Lê nezelaliya piştî êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê, asoya her cure peymana bilez a di navbera her du welatan de kêm kiriye.
Zerera li saziyên petrolê
Analîstê li şirketa şêwirmendiyê ya Oandayê Kelvin Wong li ser vê mijarê got:
"Tewra eger peymanek di navbera Îran û Amerîkayê de bi dest bikeve jî dabînkirina petrolê ya ji aliyê Kendavê ve bi wê lezê asayî nabe.
Sedema vê yekê jî ew zerera mezin e ku di dema şer de gihiştiye saziyên petrolê yên Kendavê.
Bazar bi dilgiraniyê li rewşa niha dinêre.
Bilindbûna enflasyonê îhtimala bilindkirina faîza bankê zêde kiriye ku ev yek zerereke mezin dide bihayê zêr."
