Hewlêr (Rûdaw) - Dema di dawiya meha Sibatê de şerê Amerîkayê û Îsraîlê yê li dijî Îranê dest pê kir, bandora wê tenê bi Rojhilata Navîn re sînordar nema.
Pevçûnan rê li ber veguhestina deryayî ya bazirganî û herikîna kel û pelan girt, lewma petrol biha bû. Vê yekê jî enflasyon zêde kir û bazarên cîhanî hejandin.
Wekî ku di serdemên krîz û nediyariyê de her tim diqewime, gelek veberhêner ji bazarên bi rîsk dûr ketin û berê xwe dan dolarê Amerîkayî ku di aboriyê de wekî "stargeheke ewle" tê dîtin.
Vê rewşê bandoreke cuda li diravên welatan kir; nirxê hinek diravan daket, hinek bûn guherbar û yên hinek welatan jî bi hêz bûn.
Andre Perfeito ku aborînas û serokê şirketê şêwirmendiyê APCE ye, dibêje: "Bihayê petrolê bandorê li her kesî dike. Gava bihayê dowîzê jî li hev dikeve, ev bandor hîn girantir dibe."
Lê dema guherînên di nirxê dowîzê de li gel faktorên din ên aborî dibin yek, ji bo welat û gelan tê çi wateyê?
Zexta li ser aboriyên di geşepêdanê de
Ew welatên ku pêdiviya wan bi enerjiyê heye û petrolê ji derve dikirin, herî zêde ketin bin zextê. Di nav van welatan de Hindistan, Endonezya, Filîpîn, Tayland û Misir hene.
Ji ber zêdebûna lêçûna sotemeniyê û kêmbûna dowîzê, aboriya van welatan careke din tengav bû.
Ji ber ku veberhêneran sermayeya xwe kir dolarê Amerîkî, daxwaza li ser diravên van welatan kêm bû û nirxê wan lawaz bû. Vê yekê jî vegerandina deynên bi dolar hîn bihatir û zehmettir kir.
Ji ber veguhestina di Tengava Hurmizê de asteng bû, petrol û berhemên din ên ku bi dolar tên firotin jî biha bûn.
Her ku nirxê diravê welatekî dakeve, hawirdekirina kel û pelan ji derve bihatir dibe; ev yek jî bandorê li her qadê dike, ji enerjiyê bigire heta plastîk û gubreyê.
Encamên vê yekê di dawiyê de li ser bihayê xwirek û pêdiviyên rojane yên li marketan xwe nîşan didin.
Li Hindistanê, rûpî ji destpêka şer û vir ve li hemberî dolar nêzîkî ji sedî 5 nirxê xwe winda kir û her ku bihayê petrolê zêde bû, rûpî di dîroka xwe de gihîşt asta herî nizm. Beriya şer jî diravê Hindistanê lawaz dibû, lê pevçûnan ev rewş xirabtir kir.
Hinek bankên navendî ji bo parastina diravê xwe, rêjeya faîzê bilind kir û beşek ji rezervên xwe yên dolar firotin. Banka Navendî ya Endonezyayê ji bo ku daxwaza li ser rûpiyê zêde bike, her du rêbaz jî bi kar anîn; hem dolar firot hem jî diravê xwe kirî.
Gava faîz bilind dibe, qezenca li ser teserûfan zêde dibe, lê ji aliyê din ve dayîna deynên xaniyan û deynên bankê yên welatiyan giran dibe.
Diravên guherbar û yên ku bi hêz bûn
Komeke din a diravan jî bi awayekî dijwar ketin û rabûn. Diravên Afrîkaya Başûr, Kolombiya, Şîle û Meksîkayê di vê kategoriyê de ne.
Ev dirav li gorî rewşa bazarên cîhanî zû diguherin: Gava veberhêner berê xwe didin dolar, ev dirav lawaz dibin, lê dema bihayê kel û pelên wekî madenan bilind dibe, ew jî zû xwe berhev dikin.
Welatên wekî Brezîlya û Malezyayê ku petrolê difroşin derve, hinekî ji vê rewşê sûd wergirt. Dahata wan a hinardeyê zêde bû û eleqeya veberhêneran li ser wan ma.
Bankên mîna Goldman Sachs û Bank of America di raporên xwe de diyar kir ku daxwazeke zêde li ser pişk û kaxezên deynan ên Brezîlyayê heye. Lê pispor hişyarî didin ku bihayê bilind ê enerjiyê dikare enflasyonê li Brezîlyayê jî zêde bike û aboriya wan bixe metirsiyê.
Hinek diravan jî bi xêra tedbîrên hikûmetan li ber xwe dan. Diravê Çînê (Yuan), ji ber ku dewlet kontrola herikîna pereyan dike, zêde nehejiya.
Rûbleyê Rûsyayê jî, tevî şerê Îranê, bi xêra firotina enerjiyê û kontrolên hişk ên li ser dowîzê, li hemberî dolar performanseke baş nîşan da.
Di destpêka krîzê de diravên wekî dolarê Amerîkayê û frankê Swîsreyê gelekî biha bûn, lê piştre vegeriyan asta xwe ya asayî. Kronê Norwêcê ji ber firotina petrolê bi hêz bû.
Lê Yenê Japonyayê wekî diravekî ewle tevnegeriya û ji ber ku Japonya enerjiya xwe ji derve dikire, nirxê yen daket.
Euro û paundê (sterlîn) Brîtanyayê jî ji ber bihabûna enerjiyê û fikarên li ser mezinbûna aboriyê, rastî guherînên nebaş hatin.
Paşeroja aboriya cîhanê û hişyariya IMFê
Aborînas dibêjin ku her çi qasî di destpêkê de dolar gelekî bihêz bûbe jî, niha hinekî lawaz bûye û ev yek ji bo bazarên welatên di bipêşketinê de nûçeyeke baş e. Dolarê lawaz tê wateya daxistina faîzan û sivikbûna barê deynên welatan.
Lê Fona Pereyan a Navneteweyî ya Pereyan (IMF) hişyariyê dide ku eger şer û astengî berdewam bikin, dibe ku aboriya cîhanê ber bi senaryoyeke "reş" ve biçe.
Di vê senaryoyê de, ango eger bihayên petrolê bilind bimînin, enflasyon ne cîgir be û mercên fînansî giran bibin; mezinbûna aboriya cîhanê ya salane li şûna ji sedî 3,1 dikare dakeve ji sedî 2,5an û enflasyon jî li şûna ji sedî 4,4 ber bi ji sedî 5,4an ve biçe.
IMF her wiha li ser senaryoyeke girantir jî rawestiya: Di vê rewşa reşbîntir de mezinbûna gerdûnî heta ji sedî 2,0an dadikeve û enflasyon jî ji ji sedî 6an derbas dibe. Tê çaverêkirin ku saziya navborî di meha Tîrmehê de texmînên xwe nû bike.
