Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îranê ji bo gihîştina peymanekê "gelek dem xerc kir" û ji ber vê yekê ew dê "neçar bimînin ku berdêla wê bidin."
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di heqê Îranê de daxuyaniyek belav kir.
"Zordarê Rojhilata Navîn mir"
Donald Trump diyar kir ku artêş, hêzên deryayî û hêzên asmanî yên Îranê "êdî tunin" û wiha li pey çû:
"Bi temamî têk çûn. Ji Îranê tenê gotin hene, kirin nînin. Zordarê Rojhilata Navîn mir.
Wan ji bo gihîştina peymaneke ku dê ji bo wan gelekî baş bûya gelek wext xerc kir, niha jî dê neçar bimînin ku berdêla wê bidin."
Êriş û bersiv
Trump û artêşa Amerîkayê wekî bersiva xistina helîkoptereke Apache ya Amerîkayê ragihandibû ku wan piştî nîvê şevê dest bi êrişên tolhildanê kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê jî ragihandibû ku wan wekî bersiva êrişên Amerîkayê baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirine hedef.
Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku êrişên li ser Îranê ber bi saet 05:00an ve rawestiyane.
