Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî êrişên leşkerî yên li Îranê hatibûn plankirin betal kirine.
Donald Trump diyar kir ku ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku dan û standin gihîştin asta herî bilind a serkirdayetiya Îranê û welatên herêmê û hatin pejirandin.
Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û anî ziman:
"Ji ber ku dan û standinên bi Komara Îslamî ya Îranê re gihîştin asta herî bilind a serkirdayetiya Îranê û hatin pejirandin, min wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êriş û bombebaranên li Îranê hatibûn plankirin betal kir."
Trump destnîşan kir ku hemû aliyên pêwendîdar li ser vê peymanê razî ne û li pey çû:
"Dan û standin û xalên dawî, hem ji aliyê ramanê ve û hem jî ji aliyê hûrgiliyên zêde ve, ji aliyê hemû aliyên beşdar ve hatine pejirandin.
Di nav wan de Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuweyt, Urdin, Misir û gelekên din hene."
Dorpêça deryayî didome
Tevî gihîştina peymanê, Serokê Amerîkayê hişyarî da ku dê ceza û dorpêçên li ser Îranê neyên rakirin.
Trump eşkere kir, "Dorpêça deryayî dê bi hemû hêz û bandora xwe ve bimîne heta ku ev peyman bi temamî biqede."
Trump di dawiya peyama xwe de ragihand ku "dem û cihê îmzekirina peymanê dê di demeke nêzîk de were eşkerekirin."
