Hewlêr (Rûdaw) - Hûrgiliyên wê peymanê eşkere bûn ku rê li ber betalkirina operasyonên leşkerî yên Donald Trump ên li dijî Îranê vekir.
Li gorî peymanê, Tengava Hurmizê ji bo trafîka deryayî tê vekirin û dest bi dan û standinên nukleerê tên kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihand ku piştî pejirandina reşnivîsa peymaneke nû ya ji aliyê birêvebiriya Îranê ve, wî planên êriş û bombebarankirina Tehranê rawestandine.
Li gorî malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê, peymana di navbera her du aliyan de ji 3 xalên sereke pêk tê:
Berdewamiya agirbestê: Rawestandina hemû tevgerên leşkerî û pevçûnên li herêmê.
Tengava Hurmizê: Ji bo veguhastina petrol, enerjî û derbasbûna keştiyên bazirganî vekirina rêya deryayî ya stratejîk a ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin.
Dîplomasiya nukleerê: Destpêkirina pêvajoyeke nû ya dan û standinan a 60 rojî ya li ser bernameya nukleerê ya Îranê.
Trump: Hevpeymanan pejirand
Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê rewş nirxand û diyar kir ku hevpeymanên wan ên li herêmê yên wekî Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qatar, Tirkiye û Pakistanê piştgirî daye vê peymanê.
Trump her wiha hişyarî da û got, "Heta ku peyman bi fermî neyê îmzekirin, dorpêça deryayî dê bi temamî berdewam bike."
Trump piştî çend demjimêran di hevpeyvîneke telefonî de ji rojnameya The Postê re got, "Mijar bi rêjeyeke mezin hat çareserkirin."
Rola Qeterê ya di navbeynkariyê de
Li gorî çavkaniyên nêzîkî pêvajoyê, Qeterê di helandina qeşaya di navbera Washington û Tehranê de roleke sereke lîstiye.
Di encama dîplomasiya di navbera Nûnerê Taybet ê Qeterê Elî Suweydî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de, Îranê şeva çarşemê reşnivîsa peymanê gihand Dohayê.
Tê ragihandin ku bi vê reşnivîsê re ev 3 mijarên krîtîk hatine çareserkirin:
· Mekanîzmaya berdana milyaran dolar fonên Îranê yên li derve.
· Bername û rêkarên vekirina Tengava Hurmizê ya ji bo trafîka deryayî ya navneteweyî.
· Çarçoveya dan û standinên nukleerê yên ku dê 60 rojan berdewam bikin.
Li benda pejirandina Xamineyî ye
Ev hewaya dîplomatîk piştî aloziyeke xeternak a 10 rojan pêk hat.
Artêşa Amerîkayê wekî bersiva xistina helîkoptereke Apacheyê, 20 armancên leşkerî yên li Îranê bi dijwarî bombebaran kiribûn.
Her çend Trump ragihandibe ku peyman ji aliyê Tehranê ve hatiye qebûlkirin jî, çavkaniyên dîplomatîk destnîşan dikin ku Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xamineyî hîn pejirandina dawî nedaye metnê.
Pispor li bendê ne ku ev alozî ku rojane 10 milyar dolarî zererê dide aboriya cîhanê, cihê xwe bide aramiyê.
.webp&w=3840&q=75)