Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku di dan û standinên bi Îranê re de li ser reşnivîsa peymanê "bi rêjeyeke mezin hevahengî û lihevkirin" çêbûye.
Rubio diyar kir ku encama dawî dê "ya peymanek be yan jî ti peyman nînin" be.
Rubioyê ku ji bo civîna Wezîrên Karên Derve yên Quadê li Hindistanê ye, li ser qonaxa ku dan û standin gihiştinê daxuyanî da rojnamegeran.
Wî wezîrî destnîşan kir ku li ser çarçoveya bingehîn a peymanê bi rêjeyeke girîng lihevhatin çêbûye.
Lê wî ragihand ku wekî her pêvajoya dan û standinan hinek sernavên ku divê li ser wan lihevhatin çêbibe didomin.
“Hinek mijarên dijwar hîn nehatine çareserkirin”
Rubio eşkere kir ku mijarên krîtîk bi temamî ji holê ranebûne û anî zimên:
“Ez di wê baweriyê de me ku li ser wê yekê ka divê reşnivîsa pêşîn çawa be, hevahengî û lihevkirineke cidî heye.”
Rubio amaje pê kir ku çareserkirina hinek sernavan dikare wext bigire û li pey çû:
“Ji ber vê yekê divê ev mijar yeko yeko werin nirxandin. Dê peymanek hebe yan jî ti peyman nînin.”
Rojeva civîna Quadê: Ewlehiya deryayî
Rubio di civîna Wezîrên Karên Derve yên Quadê de her wiha ragihand ku "Pêngava Hevkariya Çavdêriya Deryayî ya Hind-Pasîfîkê" dest pê kiriye.
Armanca vê pêngavê xurtkirina hevkariya di navbera welatên herêmê de ye.
Avahiya ku wekî "Quad" tê naskirin; ji Amerîka, Awistralya, Hindistan û Japonyayê pêk tê.
Ev pêkhateya ku cara ewil sala 2007an hat avakirin, paşê bû platformeke dîplomatîk a birêkûpêk.
Tê zanîn ku Çîn carinan vê avahiyê wekî pêngaveke mîna "NATOya li Asyayê" rexne dike.
Welatên Quadê jî diparêzin ku armanca hevpeymaniyê ewlehiya herêmî, hevahengî û parvekirina agahiyan e.
