Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Flandreya Rojhilat a Belçîkayê, trênekê li otobuseke dibistanê ya ku zarok tê de bûn xist û 4 kes mirin.
Wezîrê Veguhastinê Jean-Luc Crucke li ser qezayê daxuyaniyek da.
Crucke ragihand ku dema trêna rêwiyan li xaçerêyekê li otobusê xistiye 2 ciwan, ajokar û kesekî mezin ê li gel wan mirine.
Li gorî nûçeya rojnameya HLNê ya Belçîkayê, di otobusê de 7 zarok û tevlî ajokar 2 kesên mezin hebûn.
Rêwiyên trênê silamet in
Piştî qezayê gelek tîmên rizgarkirinê û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Rayedaran diyar kir ku di trênê de nêzîkî 100 rêwiyan hebûn û ti kes ji wan birîndar nebûye.
Şirketa torên hesinî Infrabelê eşkere kir ku di dema qezayê de ronahiyên hişyariyê sor bûne û bariyer jî girtî bûne.
Şirketê anî zimên ku lêpirsîna li ser hûrgiliyên qezayê didome.
