Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişeke çekdarî ya ku li Johannesburga bajarê herî mezin ê Komara Afrîkaya Başûr hat kirin de 12 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn.
Polîsê Afrîkaya Başûr ragihand ku êriş li herêma Clevelandê ya Johannesburgê, li qada niştecihbûnê ya qaçax a bi navê Jumpersê pêk hatiye.
Berdevka Polîsan Dimakatso Nevhuhlwiyê anî zimên ku di êrişê de 11 kes li cihê bûyerê mirine ku 3 ji wan jin bûn.
Nevhuhlwiyê destnîşan kir ku zilamekî ku bi giranî birîndar bûbû û veguhastibûn nexweşxaneyê jî pişt re miriye.
Herî kêm 9 kes birîndar bûn
Dimakatso Nevhuhlwi diyar kir ku herî kêm 9 kesên ku di êrişê de birîndar bûne li saziyên tenduristiyê yên li derdorê tên dermankirin.
Berdevka polîsan eşkere kir ku sedema êrişê hîn ne zelal e û lêpirsîna li ser bûyerê didome.
Li gorî lêkolînên pêşî, hat destnîşankirin ku bêhtirî 10 gumanbaran li nêzîkî stasyoneke benzînê ya li Clevelandê ji mînîbuseke spî peya bûne.
Polîsan ragihand ku êrişkaran ji du xalên cuda berê xwe daye qada niştecihbûnê û wan gule li xelkê reşandine.
Hat diyarkirin ku êrişkar piştî êrişê bi heman wesayîtê ji cihê bûyerê reviyane.
Rayedaran ragihand ku ji bo girtina êrişkaran xebat didomin.
