Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump dibêje, ew nêzîk e ku fermana êrişa li ser pir û stasyonên elektrîkê yên Îranê bide.
Ev yek jî wekî bersiva şêwaza reftarên Tehranê ya di dan û standinan de ye.
Serokê Amerîkayê ji Fox Newsê re ragihand, Îran di dan û standinên demdirêj de tenê "bi demê dilîze".
Ji ber vê yekê Washington li vebijêrka leşkerî ya bibandor difikire.
Armanca vê vebijêrkê jêrxaneya enerjî û veguhastinê ya wî welatî ye.
"Wan bi temamî şikestin xwariye"
Beriya wê hevpeyvînê, Donald Trump di posteke xwe ya li ser tora civakî "Truth Social"ê de daxuyaniyek da.
Trump ragihand ku rewşa leşkerî ya Îranê gihîştiye astekê ku tiştekî wan nemaye û got:
"Beşeke mezin a artêşa wan êdî nemaye. Ev yek bi taybetî jî ji bo hêza deryayî û hêza asmanî derbasdar e. Wan bi temamî şikestin xwariye."
"Zordarê Rojhilata Navîn mir"
Trump her wiha got, "Îran tenê diaxive û ti kiryareke wê nîne. Zordarê Rojhilata Navîn mir."
Derbarê pêvajoya dîplomasî û dan û standinan de jî, Serokê Amerîkayê rexne li berpirsên Îranê girtin û anî zimên:
"Wan gelek dem ji dest da ji bo gihîştina peymanekê ku dê ji bo wan gelekî baş bûya.
Lê niha wan dema xwe ji dest daye û divê ew baca wê bidin."
Dorpêça Deryayî ya Amerîkayê
Trump di daxuyaniyeke xwe ya din a li ser Truth Socialê de wiha got:
"Medyaya Nûçeyên Derewîn naxwaze ragihîne bê Dorpêça Deryayî ya Amerîkayê çi qasî bibandor e.
Ev di dîroka Şerê Deryayî de dorpêçkirina herî serkeftî ye.
Ti tişt derbas nabe, heta ku em nexwazin. Ev dîwarekî polayî ye!
Îran sifir bazirganiyê dike. Meaşê leşkerên xwe yan jî ti fatûreyên xwe nade.
Ew bi lez dibe welatekî têkçûyî! Gelek petrol derdikeve. Spas ji Xwedê re!"
Êrişên dualî yên Amerîka û Îranê
Ev gefên Trump di demekê de ne ku artêşa Amerîkayê berê sibeha îro êrişî nêzîkî 20 pêgehên leşkerî yên Îranê kir.
Ev êriş piştî wê yekê hatin ku helîkoptereke şer a Amerîkî ya ji cureyê Apacheyê li nêzîkî Tengava Hurmizê ket xwarê.
Di berdêla wan êrişan de jî, Supaya Pasdaran a Îranê êrişî baregeh û hedefên Amerîkayê yên li Kendavê û Urdinê kir.
