Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku berpirsên payebilind ên Îranê rasterast ji Odeya Operasyonan a Koşka Spî bi wî re ketine têkiliyê û wan xwestiye ku bombebarana welatê wan were rawestandin.
Trump hişyarî da ku bombebaran demkî ye û dê di demeke nêzîk de raweste.
Wî diyar kir, eger Tehran peymana pêşniyarkirî îmze neke ew dê sibe bi awayekî gelekî tund û bêrehm Îranê careke din bombebaran bikin.
"Berpirsên Îranê daxwaza rawestandina bombebaranê kir"
Donald Trump eşkere kir ku wî rasterast bi berpirsên Îranê re axiviye û got:
"Berpirsên payebilind ên Îranê şeva borî rasterast ji Odeya Operasyonan bi min re ketin têkiliyê û wan xwest ku bombebarana li ser welatê wan bê rawestandin."
"Îsraîl beşdar nebûye"
Serokê Amerîkayê rola Îsraîlê ya di van êrişan de red kir û got, "Îsraîl beşdarî van êrişên li Îranê nebûye."
Trump rexneyên tund li agirbesta borî girtin û anî zimên:
"Agirbesta bi Îranê re, di dîroka cîhanê de agirbesta herî tijî binpêkarî bû."
"Balafirên me li asmanê Îranê difirin"
Trump eşkere kir ku balafirên şer ên Amerîkayê li asmanê Îranê difirin.
Wî da zanîn ku ew balafir niha pergalên radarê û yên parastina asmanî ya li başûrê rojavayê wî welatî têk dibin û wiha domand:
"Hêzên Amerîkayê 49 mûşekên Cruise yên cureyê Tomahawkê avêtin û di kûrahiya axa Îranê de li armancên xwe xistin."
Serokê Amerîkayê gef xwar ku eger Îran neyê ser xetê û peymanê îmze neke ew dê sibe bi awayekî gelekî tundtir wan bombebaran bikin.
Li aliyê din, medyaya Îranê ragihand ku gotegotên li ser têkiliya bi Trump re ne rast in.
