Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê di hevpeyvîneke zindî de ragihand ku Amerîkayê çek şandine da ku bigihîjin destê xelkê Îranê û ew li dijî hikûmetê bi kar bînin lê "Kurdan ew çek nedan xelkê û ji xwe re hilgirtin."
Dema di hevpeyvîneke Fox Newsê de ji Trump hat pirsîn ka gelo Amerîka dikare çekan bigihîne destê xelkê Îranê û ji bo rûbirûbûna hikûmetê ji asman ve piştgiriya wan bike, Trump di bersiva xwe de got:
"Di rastiyê de me çek ji wan re şandin. Lê bila ez bi we re rastgo bim, em gelekî ji Kurdan bêhêvî bûn.
Kurdan em bêhêvî kirin. Ez li dijî wê biryarê bûm. Min digot 'Nexêr, ez bawer nakim ku ew çekan radest bikin.'
Ez wisa difikirim ku wan ji xwe re hilgirtin. Ev cihê şermê ye. Lê ez dê vê yekê ji bîr nekim. Ez dê wê helwesta Kurdan ti carî ji bîr nekim."
Aliyên Kurd çi dibêjin?
Hemû aliyên siyasî yên Kurdan bi yekdengî ew îdiayên Trump red kirin ku qaşo Amerîkayê bi rêya Kurdan çek ji xwenîşanderên Îranê re şandine û Kurdan jî ew çek ji xwe re birine.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
PDKÎyê îdiayên Donald Trump di tundî ew tohmet red kirin.
Berpirsê bilind ê PDKyê Mihemed Nezîf Qadirî Destpêka meha nîsanê, ji Rûdawê re ragihandibû:
"Ew daxuyanî bêbingeh in û ti çek negihîştine destê me. Ew çekên ku di destê me de ne yên beriya 47 salan in.
Siyaseta me ne ew e ku em xwenîşandanan ber bi tundiyê ve bibin."
Nûnerê PDKÎyê yê Amerîkayê Hejar Birincî jî li ser tora Xê nivîsîbû ku îdiaya wergirtina çekan "ne rast e û dûrî rastiyê ye."
Alîkarê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Mistefa Mewlûdî jî diyar kir ku ji ber belavbûna zêde ya artêşê ya li ser sînoran û peymanên ewlehiyê yên di navbera Îraq û Îranê de veguhastina çekan a bi wî rengî "ne pêkan e."
Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Gelek serkirdeyên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi temamî ev yek red kir.
Alîkara Sekreterê Giştî Ferîba Mihemedî meha gulanê, di hevpeyvîneke bi kanala Deutsche Welleyê ya Almanyayê re, ew tohmet wekî "şerê derûnî" bi nav kirin.
Endamê Komîteya Navendî Edîb Wetendost jî ji heman kanalê re got ku partiya wan "teqez fîşekek an jî sentek" jî wernegirtiye.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî ragihand ku bi Amerîkayê re "ti pêwendî bi vî rengî" nebûye.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û hêzên bi ser wê partiyê ve jî tevlîbûna di nav pêvajoyeke bi vî rengî yan jî wergirtina çekan red kir.
Helwesta Herêma Kurdistanê û Partiyên Başûr
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dengoyên gihîştina çekan ji bo Herêma Kurdistanê red kirin.
Hikûmetê her cure tevlîbûna di plana çekdarkirina xwenîşanderên Îranê an jî têkdana aramiya Îranê de red kir.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Serkirdeyên PDKyê ragihand ku partiyên Kurdî naxwazin bibin beşek ji nakokiyên derve.
Berpirsên PDKyê tekez dikin ku ti çekên Amerîkayê negihîştine destê wan.
Li gorî berpirsan, eger planeke wiha jî hebe betal bûye çimkî partiyên Kurdên Îranê amade nebûn ku tevlî pêvajoyeke wisa bibin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Helwesta wan a fermî jî redkirina van îdiayan e. Lê belê Serokê YNKyê Bafil Talebanî di hevpeyvîneke bi rojnamegerê Brîtanî Piers Morgan re bersiveke cudatir da.
Bafil Talebanî bi temamî red nekir ku dibe ku çek hatibin şandin cihekî.
Lê belê wî ev mijar wiha rave kir, "Ez dikarim piştrast bikim ku ew çekên Serok Trump qala wan dikir û digot Kurdan dest daniye ser, li Silêmaniyê nehatine dizîn. Ez nikarim li ser navê aliyên din biaxivim."
Talebanî her wiha got ku eger ew yek rast be, tevgereke "gelekî cihê şermê ye" û axaftina xwe wiha domand:
"Bikaranîna Kurdan wekî mertal di şer de ramaneke xerab e. Lê ev nayê wê wateyê ku tu tiştekî ji hevpeymanê xwe bidizî. Em naxwazin tiştekî ji Serok Trump bidizin."
Trump: Êdî ji bo xwenîşandanan ditirsin
Trump bal kişand ser wê yekê ku eger çek bigihîştana destê xelkê Îranê jî, ew dê dîsa bitirsiyana.
Wî qala helwesta hikûmeta Îranê ya li hemberî xwenîşanderan kir û got ku ew li dijî xwenîşanderan çekên giran, sekvan û darvekirinên eşkere bi kar tînin.
Trump darvekirina pehlewanekî navdar û du hevalên wî bi vîncê bi bîr xist.
Li gorî gotina Trump, herî kêm 40 heta 50 hezar kes li Îranê hatine kuştin. Ji ber vê yekê êdî xelk ji berdewamkirina xwenîşandanan gelekî ditirse.
Trump got, "Dema berê lûleya çekekê didin te, an jî dema çar sekvan ji ser çar avahiyên cuda guleyan berdidin serê xelkê, gelekî zehmet e ku mirov bikaribe xwenîşandanan bike."
Serokê Amerîkayê xwenîşandanên li Amerîka û Îranê dan ber hev.
Trump diyar kir ku "li Amerîkayê dema xwenîşander rûbirûyî polîsan dibin, gelek caran polîs ji kar tên dûrxistin an jî tên cezakirin lê li Îranê rasterast gule li xwenîşanderan tên barandin."
Di dan û standinan de rewşa lawaz a Îranê
Serokê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de tekez kir ku hêzên Amerîkayê şiyana leşkerî ya Îranê seqet kiriye.
Wî diyar kir ku wan beşeke mezin a pergala parastina asmanî, radar, mûşekavêj û şiyana dronan a Îranê ji holê rakiriye.
Trump her wiha îdia kir ku rejîma Îranê "bi dawî bûye" û niha di rewşeke gelekî lawaz de bi Washingtonê re mijûlî dan û standinan e.
Trump rexne li medyayê jî girtin ku serkeftinên Amerîkayê biçûk dikin û hêza Îranê ji qebareya wê ya rastîn mezintir nîşan didin.
Trump da zanîn kir ku dê îşev jî bombebaranên li Îranê zêdetir bibin.
Wî da zanîn ku ji ber wêranbûna pergala parastinê ya Îranê, eger hêzên Amerîkayê bixwazin, ew dikarin bi rûbirûbûneke kêm derbasî nav xaka Îranê bibin.
