Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) bangî Amerîka û Îranê kir ku ji nû ve dest bi dan û standinên aştiyê bikin.
Kremlînê diyar kir ku derbeke nû ya di vî şerî de dê zerereke mezin bide aboriya cîhanê.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov pirseke li ser êrişên nû bersivand.
Dmitry Peskov got, "Em bangî hemû aliyên vî şerî dikin ku xwe ragirin û vegerin ser maseya dan û standinan."
Metirsiya li ser aboriya cîhanê
Berdevkê Kremlînê amaje pê kir ku zêdebûna aloziyan û berdewamiya pevçûnan metirsîdar e.
Li gorî gotina Peskov, ev rewş dê bandoreke pir xerab li herêmê û aramiya aboriya cîhanê bike.
Ev banga Rûsyayê di demekê de hat ku Rojhilata Navîn di bin zexteke mezin a ewlehî û darayî de ye.
Sedema vê zextê jî şerê di navbera Washington û Tehranê de ye.
Li Tengava Hurmizê çûn û hatina keştiyan rawestiyaye.
Vê yekê jî bihayê enerjiyê yê li bazarên cîhanê bi awayekî berbiçav zêde kiriye.
Bihayê petrolê derket ser 100 dolarî
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.
Îranê jî bi dron û mûşekan bersiva her du aliyan da û êrişî welatên cîran jî kir.
8ê Nîsanê di vî şerî de agirbest hat ragihandin lê ji wê rojê ve çend caran alî bi hev ketin. Pevçûna herî dawî jî berê vê sibehê çêbû.
Li aliyê din, Îranê ji 2yê Adarê ve Tengava Hurmizê girtiye.
Ji ber vê girtinê, bihayê bermîleke petrola Brentê ku 72 dolar bû derker ser 100 dolarî.
.webp&w=3840&q=75)