Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona CNNyê li ser zarê du çavkaniyên Amerîkî belav kir ku ew rûdana ku bû sedema girtin û valakirina beşeke avahiya Pentagonê, tenê ji ber "zengileke xelet" bûye û ti madeyên metirsîdar derneketine.
Rayedar û tîmên agirvemirandinê ragihandibû ku ji ber bûyera "derketina madeyeke metirsîdar", çend qat û korîdorên di nav avahiya mezin a Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) de hatine girtin û beşeke din jî hatiye valakirin.
Çavkaniyan ji CNNyê re da zanîn ku qatên ji duyem heta pêncem bi temamî hatibûn girtin û rewş ew qasî hestyar bûye ku polîsên di nav avahiyê de maskeyên li dijî gazê û cil û bergên temam ên parastinê yên ji madeyên kîmyayî li xwe kiribûn.
Zengila şaş bû
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragihandibû ku sîstemên di nav avahiyê de pirsgirêkek di kalîteya hewayê de dîtine, lewma rêkarên xweparastinê û standard girtine ber xwe.
Parnell destnîşan kiribû ku tîmên hawarçûnê di rewşa amadebaşiyê de ne ji bo alîkariya karmendan.
Tîma rûbirûbûna madeyên metirsîdar a Pentagonê bi hevkariya Daîreya Agirvemirandinê ya herêma Arlingtonê gihiştibûn cihê bûyerê.
Di nameyekê de ku ji aliyê tîma ewlehiyê ya Pentagonê ve hatibû şandin, ji karmendan hatibû xwestin ku ji bo demjimêrek yan du demjimêran li bendê bin heta ku pişkinînên zêdetir ên hewayê tên kirin.
Her wiha ew agahdar kiribûn ku eger tîmên hawarçûnê li qada navendî ya avahiyê dîtin, netirsin û şiroveyên şaş, heta ku di dawiyê de derket holê ku rewş tenê zengileke şaş bûye û ti metirsî nînin.
Rûbera avahiya Pentagonê 600 hezar metre çargoşe ye û wekî avahiya herî mezin a fermî ya li cîhanê tê nasîn ku rojane nêzîkî 30 hezar karmendên leşkerî û sivîl tê de dixebitin.
