Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, hûrgiliyên qonaxa dawî ya peymana navbera Amerîka û Îranê eşkere kirin.
Wî berpirsî hûrgilî ji rojnamegeran re eşkere kirin û Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde jî di wê civînê de amade bû.
Berpirsê Koşka Spî angaştên ku "Îran dê tenê li hemberî îmzekirina peymanê bi milyaran dolaran wergire" red kirin û hişyarî da ku divê bawerî bi "propagandaya" medyaya Supaya Pasdaran neyê kirin.
Berpirsê payebilind ê Koşka Spî ragihand ku peyman dê hemû wan armancên ku Serokê Amerîkayê diyar kirine pêk bîne ku ew jî ev in:
Vekirina Tengava Hurmizê: Azadiya çûyîn û hatinê dê were misogerkirin.
Nehiştina Bernameya Nukleer: Îran dê bernameya xwe ya nukleer bi temamî ji holê rake.
Destdanîna Ser Uranyumê: Amerîka dê dest deyne ser uranyuma meyandî ya Îranê. Li gorî peymanê, ew made dê li cihê xwe were tunekirin û paşê dê derkeve derveyî Îranê.
Aştiya demdirêj: Ji bo misogerbûna aştiyeke demdirêj, Îran êdî dê piştgiriya aborî ya komên çekdar ên li herêmê neke. Li hemberî vê, hemû alî dê rêzê li serweriya axa Îranê bigirin.
Pergaleke kontrolê ya tund: Ji bo pêkanîna pêbendbûneke demdirêj, pergaleke pişkinînê (kontrol) ya tund ji bo bernameya nukleer dê were avakirin.
"Îran dê li hemberî gavên xwe bê xelatkirin"
Berpirsê Amerîkayî diyar kir, ger Îran pêbend bibe, dê ji zextên aborî yên salan xilas bibe û tev li aboriya cîhanî bibe û got:
“Ew dê li hemberî tevgera xwe ya wekî welatekî asayî, ne wekî dewleta herî mezin a piştgiriya terorê dike, bên xelatkirin.
Lê ev sûd tenê wê demê tê bidestxistin ku ew gavên pratîk biavêjin."
Wî angaştên derbarê mijara ku pereyên "cash" (pereyên kaxez) bidine Îranê red kirin û wiha axivî:
"Ez dibînim kes hene dibêjin bi îmzekirina vê belgeyê Îran dê 12 milyar, milyarek an 6 milyar dolaran wergire.
Ev hemû ji rastiyê dûr in. Îranî ne dema îmzekirinê û ne jî dema dan û standinan tiştekî werdigirin.
Tiştê ku werdigirin, tenê xelatên aborî yên li hemberî bicihanîna erkên wan e. Eger alavên nukleer radest bikin, tiştekî werdigirin; eger bernameyê nehêlin tiştekî din werdigirin; ev gav bi gav e."
Hişyariya derbarê medyaya Îranê
Berpirsê Koşka Spî hişyarî da ku beşek ji kevneşopên Îranê dixwazin peymanê pûç bikin, beşeke din jî dixwazin ji bo navxweya Îranê wisa nîşan bidin ku ew bi ser ketine û got:
"Ez bi gumaneke mezin li her tiştê ku ji medyaya ser bi Supaya Pasdaran ve tê belavkirin dinêrim. Ew dixwazin peymanê bifroşin gelê xwe û propagandayê dikin."
Berpirsê Koşka Spî diyar kir ku ew pêşbînî dikin di çend rojên bê de peyman were îmzekirin û anî zimên:
"Beriya îro nîvro bi rêjeya ji sedî 75 ez piştrast bûm lê niha bi rêjeya ji sedî 80-85 piştrast im.
Lê ne ji sedî 100 e çimkî sîstema Îranê pir aloz e û hîn hemûyan li ser li hev nekiriye lê em gelekî nêzîkî xeta dawî ne."
