Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna dema îzmekirina peymana navbera Îran û Amerîkayê re, çend berpirsên Pentagonê ragihand ku wan planeke hûrgilî ji bo şandina tîmên taybet a nav axa Îranê amade kiriye.
Armanca vê planê destdanîna ser uranyuma dewlemendkirî û veguhastina wê ye.
Tora nûçeyan a CBSyê li ser zarê çend berpirsên Pentagonê belav kir ku Wezareta Şer a Amerîkayê li ser şandina hêzên leşkerî yên taybet a nav Îranê gotûbêjan dike.
Ev hêz dê alîkariya tîmên Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê bikin ku uranyuma dewlemendkirî peyda bikin, biparêzin û veguhêzin.
Li gorî wan berpirsan, yek ji senaryoyan bicihîkirina hêzên Amerîkayê ya li çend welatên Rojhilata Navîn e wekî amadehî ji bo "operasyona bersivdayîna bilez".
Biryar e tîmeke pispor a Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê ya bi navê "Tîma Piştgiriya Rewşa Awarte ya Nukleerê" li gel hêzên taybet ên artêşa Amerîkayê û Yekeya 20an a taybet a çekên kîmyayî, biyolojîk û nukleerê herin nav axa Îranê.
Erka van tîman dê kontrolkirina keresteyên nukleerê û veguhastina wan a derve.
Pêvajoyeke 60 rojî
Berpirsekî payebilind ê birêvebiriya Trump eşkere kir ku di nav peymana nû de xaleke wisa heye, ku divê uranyuma dewlemendkirî ya Îranê "li cihê xwe were jinavbirin û paşê bibin derve."
Wî berpirsî anî ziman:
"Piştî îzmekirina peymanê, pêvajoyeke teknîkî dest pê dike ku dê 60 rojan berdewan bike.
Di wê demê de pispor dê li ser çawaniya veguhastin û jinavbirina wan keresteyan bixebitin."
Berpirsên Pentagonê teqez kir ku ev gotûbêj di çarçoveya "plana leşkerî ya îhtimalî" de ne û hîn biryara dawî ji bo destpêkirina operasyonê nehatiye dayîn.
Her tişt girêdayî encamên dan û standinên siyasî û rewşa qadê ya rojên bê ye.
Ev plan di demekê de ye ku Washington û Tehran ji bo bidawîanîna şer ji her demê bêhtir nêzîkî îzmekirina peymanekê ne.
Bi saya vê peymanê, Îran dê li beramberî sivikkirina cezayan û vegera li bazara enerjiyê ya cîhanê, dest ji dewlemendkirina uranyumê berde.
