Hewlêr (Rûdaw) - Du rayedarên payebilind ê Amerîkayê eşkere kir ku peymana li gel Îranê ji aliyê Amerîkayê ve ji aliyê Donald Trump û Alîkarê Serok JD Vance ve hatiye îmzekirin.
Ji aliyê Îranê ve jî peyman ji aliyê Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf ve hatiye îmzekirin.
Îro du rayedarên payebilind ên Amerîkayê ji çend rojnamegeran re axivîn ku Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde jî amade bû.
Du rayedarên payebilind ên Amerîkayê ragihand ku Washington û Tehranê ji bo bidawîanîna şer bi awayekî fermî peymanek îmze kiriye.
Rayedaran diyar kir ku ev peyman li ser fermana Serokê Amerîkayê hatiye îmzekirin û destpêka qonaxeke nû ye di navbera her du welatan de.
Mercekî sade: Wekî dewleteke asayî tevbigerin
Yek ji rayedarên payebilind got:
"Ev peyman dê çarçoveya têkiliyên me yên paşerojê diyar bike. Modela karkirinê sade ye.
Heger Îranî di mijara bernameya xwe ya atomê de bi me re hevkariyê bikin, baweriyê bidin ku dê çekên atomê çênekin û piştgiriyê nedin teror û tundrewiya li herêmê, dê deriyên aboriya cîhanê ji wan re vebin.
Ev jî dê bi rêya sivikkirina ceza û tedbîrên aborî yên din pêk were.
Heger ew amade bin wekî dewleteke asayî tevbigerin, em jî amade ne ku wekî dewleteke asayî bi wan re dan û standinê bikin."
Rayedaran destnîşan kir ku ev yek dê hem ji bo gelê Îranê û herêma Kendavê û hem jî ji bo Amerîkayê bibe derfeta geşbûnê.
Vekirina Tengava Hurmizê û daketina bihayê petrola brent
Rayedaran diyar kir ku ev peyman di heman demê de vekirina yekser a Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî li xwe digire.
Wan li ser dema bicihkirina van xalan wiha got:
"Vekirina yekser a tengavê hinekî dem dixwaze, çimkî mayîn li tengavê hatine çandin.
Lê hûn dê di çend roj yan jî çend hefteyên pêş de bibînin ku hat û çûneke berfireh li tengavê dest pê dike.
Jixwe niha bihayê bermîleke petrola brent daketiye 83 dolaran. Ev jî nîşaneya baweriya bazarê ye ku dê pirsgirêk bi lez were çareserkirin."
Çima Îranê niha qebûl kir?
Rayedarên payebilind serkeftina dan û standinan bi çend sedemên sereke ve girê dan:
1. Lawazbûna aborî û leşkerî ya Îranê: Şer zerereke mezin gihandiye pîşesazî û hêza leşkerî ya Îranê û welat li gorî berê gelekî qelstir kiriye.
2. Fişarên tund: Tevliheviya fişarên aborî, dîplomatîk û leşkerî yên sal û nîva borî û çar salên ewil ên îdareya Trump, Îran neçar kir ku dest ji wan tiştan berde ku berê red dikirin.
3. Nakokiyên navxweyî yên Tehranê: Şer di navbera rayedarên Îranê de valahiyek çêkiriye.
Beşek ji wan dixwazin li ser heman rêbaza 47 salên borî berdewam bikin.
Lê beşeke din dixwazin rêbaza welatê xwe biguherînin û Amerîka jî bi vê beşa duyem re kar dike.
4. Ji destçûna kontrola tengavê: Operasyonên deryayî û derbaskirina zêdetirî 7 milyon bermîlên petrolê rojane ji tengavê, Îran gihand wê baweriyê ku êdî kontrola tengavê di destê wan de nîne û dorpêç wan difetisîne.
300 milyar dolar û dema îmzekirina peymanê
Rayedarên Amerîkayî da zanîn ku peymana ewil îro hatiye îmzekirin û hemû hûrgiliyên wê dê di nav 24 heta 48 saetan de werin belavkirin.
Merasîma îmzekirina fermî jî dê roja înê (19ê Hezîrana 2026an) li Cenevreyê bê lidarxistin.
Pişt re, dawiya vê hefteyê dê gotûbêjên teknîkî dest pê bikin.
Rayedarekî li ser vê yekê ji Rûdawê re got:
"Di peymanê de behsa pêşkêşkirina alîkariyên darayî, azadkirina pereyên cemidandî û sandoqeke mezin a 300 milyar dolarî ji bo avakirina Îranê tê kirin.
Lê divê her kes bizanibe ku ev hemû dê girêdayî bicihanîna sozên wan bin.
Em pereyan ji bo lîstikê nadin. Em pereyan nadin tenê ji bo ku beşdarî civînekê bibin an jî tengavê vebikin.
Tevlîbûna aboriya cîhanê dê tenê hingî çêbibe dema ku Îran îsbat bike ku dikare pêbawer be û hewl nade çekên atomê di tariyê de bi dest bixe."
Rayedaran destnîşan kir ku ew bi çavên vekirî tevlî van dan û standinên dîrokî dibin û dê her tim çavdêriyê bikin da ku hemû pêngavan piştrast bikin.
Wan hişyarî jî da ku heger Îran pêbendî sozan nebe, di destê Trump de gelek amûrên din ên bi hêz hene ku dikare wan bi kar bîne.
Amerîka dê li herêmê bimîne
Yek ji rayedarên payebilind ê Amerîkayê li ser egera vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê ragihand ku plan ew e ku di qonaxa bê ya dan û standinan de hêzên xwe yên heyî li herêmê biparêzin.
Wî rayedarî destnîşan kir ku wan berê hêzeke mezin li herêmê kom kiribû ji bo amadekariya operasyona ku di meha sibatê de dest pê kiribû.
Li gorî gotina rayedaran, kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkayê girêdayî peymana dawî û tawîzên Îranê yên li ser bernameya xwe ya atomê ye.
Dûrxistina Umanê û pêbaweriya bi Pakistan û Qeterê
Rayedarên payebilind ragihand ku yek ji astengiyan ew bûye ku çawa bi Îranê re kanaleke pêwendiyê ava bikin.
Berê, pêwendî bi rêya Konseya Ewlehiya Niştimanî û Umaniyan dihatin kirin.
Lê rayedarî got ku ew ji karên Umanê gelekî dilgiran bûn, çimkî wan "bi awayekî durû tevdigeriyan û wekî karmendên Îraniyan dixebitîn."
Ji ber vê yekê, wan di vê pêvajoyê de Uman bi temamî dûr xistiye û li şûna wê baweriya xwe bi Pakistan û Qeterê aniye ku di avakirina kanaleke pêwendiyê ya bilind de alîkar bûn.
Çima Rêberê Îranê peyman îmze nekir?
Li ser pirsa çima ji aliyê Îranê ve tenê Serokê Parlamentoyê peyman îmze kiriye û Rêberê Îranê îmze nekiriye, rayedarekî payebilind da xuyand ku di dîroka peymanên wekî ya sala 2015an de jî Rêberê Îranê qet peymaneke wiha îmze nake.
Ev ne rola wî ye di sîstema wan de.
Lê Serokê Parlamentoyê ew kes e ku niha herî zêde bandora wî li sîstema wan heye û ji aliyê Rêber û Konseya Ewlehiya Niştimanî ve destûr jê re hatiye dayîn ku danûstandinan bike û îmze bike.
Gelo welatên Kendavê dikarin bi tena serê xwe pereyên Îranê azad bikin?
Rayedarên li ser pirsa gelo welatên wekî Îmarat an Qeterê dikarin bi serê xwe pereyên Îranê azad bikin, ragihand ku piraniya ceza û rêbazan di bin kontrola Amerîkayê de ne.
Wan her wiha destnîşan kir ku welatên Kendavê bi temamî piştgiriya vê peymanê dikin.
Li gorî wan rayedarî, "berevajî peymana berê ku Îran ji bo karên xirab bi hêz dikir, ew dibînin ku ev peyman rê li ber çêkirina çekên atomî digire.
Ji ber vê yekê, hizra ku ew welat dê bi serê xwe bi Îranê re li hev bikin, bêbingeh e, çimkî ew hevpeymanên Amerîkayê ne."
Mercên azadkirina pereyên cemidandî û zelaliya peymanê
Rayedarên payebilind tekezî li ser wê yekê kir ku peyman dê bi temamî û eşkere were belavkirin, çimkî bêyî zelaliyê ti sûdên wê nîne û ti peyman veşartî nînin.
Wan destnîşan kir ku di qonaxên destpêkê de ew amade ne hinek nîşaneyên biçûk ên başnêtiyê (azadkirina hinek pereyan an sivikkirina sizayan) nîşan bidin, heger Îran jî nîşaneyên erênî nîşan bide.
Lê her tişt dê bi bicihanîna pratîkî ve girêdayî be.
Pirsa Libnan, Îsraîl û mercê vekişînê
Rayedaran destnîşan kir ku vekişîna hêzên Îsraîlê ne yek ji mercên peymanê ye.
Heger Îran nikaribe kontrola Hizbulahê bike û ew êriş bikin, Îsraîlê mafê xwe parastinê heye.
Lê niha dan û standinên rasteqîn ên dîrokî di navbera hikûmeta Libnanê û Îsraîlê de li dijî komên çekdar hene.
Xala yekem a peymanê qala bidawîanîna dijminatiyan dike, û ew hêvîdar in ku ev yek bibe sedema çareserkirina nakokiyên Libnan û Îsraîlê jî.
Yek ji rayedaran got, "Ez bawer nakim ku em karibin bi kuştinê van pirsgirêkan çareser bikin. Pêdivî bi çareseriyeke dîplomatîk heye da ku her kes çekên xwe deyne."
Astengiyên 60 rojên bê
Rayedarên payebilind got ku mijara çaksaziyên navxweyî û kuştina sivîlan li Îranê di rêza sêyemîn de ye.
Ev mijar li pey mijara atom û parastina aramiyê û rawestandina piştgiriya aborî ya ji bo terorê tên.
Wan li ser astengiyên 60 rojên bê ragihand ku êriş dê di cih de nebin sifir.
Her wiha ji ber qutbûna înternetê li Îranê dem pêwîst e ta ku her kes bi mercên peymanê agahdar bibe.
Diyarkirina bacê li Tengava Hurmizê û dema hat û çûna keştiyan
Rayedaran li ser miajra bacê ragihand ku di peymanê de bi eşkere hatiye nivîsandin ku tengav dê ji bo dema 60 rojan bê bac be û ew pêşbînî dikin ku di peymana dawî de jî ev yek wiha be.
Ew derbarê hat û çûna keştiyan de jî pêşbînî dikin ku hejmara keştiyan di demeke kin de ji 25an bibe 40 heta 50 keştiyan rojê û ta roja înê dê her tişt bi temamî asayî bibe.
Hêza Erka 59 li Behreynê bi rêya CENTCOMê asankariyan ji bo keştiyên bazirganî dike û heger pêwîst be Amerîka dê bixwe alîkariyê bide rakirina mayînan, çimkî ew cîhê wan bi temamî dizanin.
Rayedarên payebilind di dawiyê de, li ser pirsa ku çi qasî pere hatine azadkirin û qala 25 milyar dolarî tê kirin, bi kurtî bersiv da:
"Sifir. Bersiv bi temamî sifir e."
Wan her wiha got ku heger Îran bixwaze rewşa xwe ya aborî baş bike, divê pêbaweriyê ava bike heger na, di destê hêzên Amerîkayê de gelek amûr hene ku dikarin aboriya Îranê hîn zêdetir hişk bikin.
