Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku divê uranyuma Îranê ya meyandî were tunekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku divê uranyuma dewlemendkirî ya di destê Îranê de were Amerîkayê yan jî bi hevkariya Îranê û di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (UAEA) de were tunekirin.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Uranyuma dewlemendkirî (meyandî) ya dê yekser radestî Amerîkayê were kirin û li vir were tunekirin an jî baştir e ku bi hevkarî û hevahengiya Îranê di bin çavdêriya Komîteya Enerjiya Atomê yan saziyeke mîna wê de, li cihê xwe yan li cihekî din ê qebûlkirî were îmhakirin."
400 kîlogram uranyum di rojevê de ye
Dema ku ji bo bidawîkirina Şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê yê ku niha di pêvajoya agirbestê de ye dan û standin didomin, rewşa uranyuma meyandî xaleke sereke ye.
Tê gotin ku nêzîkî 400 kîlogram uranyuma meyandî di destê Îranê de heye û ev mijar yek ji xalên herî girîng ên hevdîtinan e.
