Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Landshutê ragihand ku 2 qaçaxçiyên Sûriyeyî hatine girtin ku koçber di barhilgiran de gihandine Almanyayê.
Dozgeriya Giştî ya bajarê Landshutê yê eyaleta Bayernê, girtina du qaçaxçiyên Sûriyeyî ya bi tohmeta “qaçaxçîtiya mirovan a di nav barhilgirên sarincokî de” piştrast kir.
Polîsên Federal ên heman herêmê jî dabû zanîn ku her du qaçaxçiyan bi salan e welatiyên xwe yên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê gihandine Almanyayê û “bi sedan" ji wan kesan jî hatine destnîşankirin.
Serdozger û Berdevka Dozgeriya Giştî ya bajarê Landshutê Dr. Susanne Grasserê ji Rûdawê re got ku li ser daxwaza wê û bi fermana Dadgeha Landshutê, 20ê Gulana 2026an du qaçaxçiyên bi eslê xwe Sûriyeyî hatine girtin.
Wê da zanîn ku ew gumanbar niha di girtîgeha lêpirsînê de ne û got:
“Li dijî her du gumanbaran bi tohmeta 'qaçaxçîtiya rêxistinkirî û bazirganiyan bi biyaniyan' lêpirsîn tê kirin.
Tê gotin ku qaçaxçîtî bi piranî di nav beşên barhilgirên girtî de (di nav wan de barhilgerên sarincokî jî hene) hatiye kirin.”
Serdozger dibêje ku qaçaxçîtiya mirovan wekî tawanekî tê hesibandin û cezayê wê di navbera 1 heta 10 salên zîndanê de ye.
Grasserê her wiha daxuyand ku ew nikare derbarê asta cezayê qaçaxçiyên Sûriyeyî de pêşbîniyan bike, ji ber ku cezakirina wan bi gelek faktoran ve girêdayî ye.
Polîsên Federal: Qaçaxçiyan cihên vehewandinê ji bo koçberên neyasayî peyda dikirin
Polîsên Federal 21ê Gulanê ji bo medyaya Almanyayê ragihandibû ku ew du gumanbar di nav “toreke navneteweyî ya qaçaxçiyan” de çalak bûn û ji bo her geştê (an ji bo her kesî) 15 hezar euro distandin.
Bi gotina polîsan, her du gumanbarên bi esilê xwe Sûriyeyî di nav çend salan de bi piranî Sûriyeyî bi rêya Tirkiyeyê birine Almanyayê.
Polîs her wiha didin zanîn ku “bi sedan” kesên ku bi qaçaxî û di nav çend rojan de gihandine Almanyayê jî hatine destnîşankirin.
Li gorî lêkolînên polîsan, gumanbaran bi awayekî “rasterast” pêwendî bi şofêrên barhilgiran re daniye da ku wan koçberan di nav barên asayî de bibin Almanyayê.
Agahiyên fermî her wiha eşkere dikin ku koma qaçaxçiyan li Tirkiye, Bulgaristan û Romanyayê hinek cihên vehewandinê yên wekî “rawestgehên demkî” ji bo koçberên neyasayî amade kiribûn.
