Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û nivîskarê Kurd Heme Haşim 27ê Hezîranê li bajarê Oradeayê yê Romanyayê pêşangeheke taybet a bi navê "Rûyên Piştî Şer" vedike.
Pêşangeh dê li Galeriya Hunerê ya Reperajê were lidarxistin.
Heme Haşim dê 52 tabloyên xwe yên nû pêşkêş bike ku hemû bi teknîka akrîlîkê li ser kanvasê hatine xêzkirin û hinek ji wan di qebareyên mezin de ne.
Pêşangeh dê 2 mehan bidome û çalakî bi vexwendineke fermî ya Yekîtiya Hunermendên Şêwekar ên Romanyayê û bi serperiştiya Encumena Şaredariya Oradeayê hatiye sazkirin.
Heme Haşim li ser naveroka berhemên xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Tabloyên min wan rûyên westiyayî û biêş nîşan didin ku şopa tehl a şer, tundî û rûdanên nexwestî yên jiyanê li ser wan maye.
Bi nêrîneke ekspresyonîst, bandorên wêranker ên şer û nexweşiyan nîşan dide ku li seranserî cîhanê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî çêbûne."
Hestên xemgînî û berxwedanê
Heme Haşim her wiha anî ziman ku wî bi rêya teknîka akrîlîkê hestên wekî xemgînî, bêhêvîtî û berxwedanê bi awayekî bi bandor nîşan dane û destnîşan kir ku rengên tarî û ronî û şêwazê xêzkirina xêzan, çîroka li pişt her rûyekî vedibêjin û dihêlin ku temaşevan rasterast bi tabloyan re bikeve nav têkiliyê.
Hunermendê Kurd li ser çawaniya vexwendina xwe ya Romanyayê diyar kir ku ew di navbera salên 2016-2018an de beşdarî çalakiyên Yekîtiya Şêwekarên Romanyayê bûye û bûye endamê wê yekîtiyê.
Heme Haşim eşkere kir ku wan nêzîkî salek berê bi Dr. Viora Barayê re li ser lidarxistina vê pêşangehê li hev kiriye.
Mesrefên veguhastina tabloyan û mazûvaniya hunermend ji aliyê Encumena Şaredariya Oradeayê ve tên dabînkirin.
Ev tablo ku piraniya wan di 3 salên dawî de hatine qedandin, cara ewil tên nîşandan.
Heme Haşim hêvî dike ku eger derfet hebe, bi hevahengiyekê van berhemên xwe li Kurdistanê jî nîşan bide.
