Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê bi navê Abdullah Yalçinê ku di Girtîgeha Siwêregê ya Rihayê de dihat girtin, di hucreya ku lê dihat girtin de mirî hat dîtin.
Abdullah Yalçin xelkê navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bû.
Hat zanîn ku Yalçin 10 roj bûn di hucreyeke yekkesî de dihat girtin.
Birêvebiriya girtîgehê li ser mirina Yalçin agahî da malbata wî ya li Nisêbînê û îdia kir ku Abdullah Yalçin xwe kuştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), termê Yalçin ji bo kar û barên otopsiyê birin morga Saziya Tiba Dadî ya Amedê.
Abdullah Yalçin piştî kar û barên otopsiyê, li Goristana Mohrisê ya li navçeya Nisêbînê hat veşartin.
