Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Lêkolîna Sûcan a Cendirmeyan a Tirkiyeyê (JASAT) ragihand ku Ramazan Agaçhanliyê ku mamosteyê felsefeyê Ozgur Ekîncî kuştibû û reviyabû, li Almanyayê hatiye girtin û radestî Tirkiyeyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, tîmên JASATê yên Fermandariya Cendirmeyan a Amedê di bin koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li şopa Ramazan Agaçhanli geriyane.
Bi tohmeta ku 19ê Îlona 2024an mamoste Ozgur Ekîncî li navçeya Çêrmûgê ya parêzgeha Amedê kuştiye li Agaçhanli digeriyan.
Di lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku kuştin ji ber pirsgirêka deynan çêbûye.
Ji bo Ramazan Agaçhanli 21ê Kanûna Paşîn "Bultena Sor" hat derxistin.
Tîmên JASATê bi koordînasyona Serokatiya Interpol/Europolê û yekîneyên Interpola Almanyayê xebatên xwe domandin.
Di encama operasyonê de Agaçhanli li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê di maleke ku xwe tê de veşartibû de hat girtin.
8 gule lê reşandine
Gumanbar 8 gule li mamoste Ozgur Ekîncî reşandine û ew kuştiye.
Piştî kar û barên fermî Ramazan Agaçhanli birin Tirkiyeyê.
Ozgur Ekînciyê 44 salî li Lîseya Hakan Bahçeçî ya Çêrmûgê mamosteyê felsefeyê bû.
Ew 19ê Îlona 2024an li gundê Axaçhanê ya navçeyê di êrişeke bi çekê de miribû.
Cenazeyê Ozgur Ekînciyê ku bavê du zarokan bû, li ber dîwarê baxçeyê maleke vala hatibû dîtin.
