Dêrsim (Rûdaw) - Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) bi boneya 33yemîn salvegera Komkujiya Sêwazê li Dêrsimê çalakiya "33 Can, 33 Tembûr" li dar xist.
Çalakî ji aliyê şaxên Rojhilat û Başûrrojhilat ên PSAKDyê ve li Qada Seyîd Riza hat lidarxistin.
Di çalakiyê de kesên ku di komkujiyê de canê xwe ji dest daye hatin bibîranîn.
Di çarçoveya bernameyê de xelk li pêşangeha wêneyan geriya.
Piştre tîmên semahê yên ku ji Dêrsim, Semsûr û Amedê hatibûn ji bo bîranîna qurbaniyan semah girt.
"Heta niha em negihîştine edaletê"
Serokê Giştî yê PSAKDyê Cuma Erçe di çalakiyê de axivî û diyar kir, tevî ku sal derbas bûne jî daxwazên wan ên edaletê yên derbarê Komkujiya Sêwazê de nehatine bicihanîn.
Erçe got, "Tevî saziya me ya rêxistinkirî jî em heta îro negihîştin wê edaleta ku me hêvî dikir."
Erçe her wiha da zanîn ku daxwaza wan a ku Otêla Madimakê bibe muzexaneya şermê jî nehatiye qebûlkirin.
"Naxwazin şîfreyên komkujiyê werin deşîfrekirin"
Erçe anî zimên ku li gelek cihên cîhanê piştî komkujiyan dewlet lêborînê dixwazin, bîrdarî û muzexaneyan ava dikin û got:
"Lê mixabin em li Tirkiyeyê 33 sal in rastî berxwedanekê tên. Ji ber ku naxwazin şîfreyên Komkujiya Madimakê ya Sêwazê werin deşîfrekirin.
Dema ku ev şîfre hatin deşîfrekirin, dê ew rastî jî derkeve holê bê desthilata siyasî ya îro çawa hatiye ser kar."
Erçe destnîşan kir ku ew hewl didin di navbera rûdanên ji Mereşê heta Roboskiyê, ji Sêwazê heta Dêrsimê, ji Koçgiriyê heta 10ê Çiriya Pêşîn û Sirûcê de têkiliyekê deynin û pê de çû:
"Em dê 18ê Hezîranê vê yekê gaveke din bi pêş ve bibin. Em dê li Cemxaneya 1ê Gulanê ya li Ataşehîra Stenbolê dayîkan bînin cem hev."
"Ji bo em nîşan bidin ku me ew ji bîr nekirine em hatin"
Seyîd Yilmazê ku ji bo bîranînê ji Semsûrê çûye Dêrsimê jî wiha axivî:
"Em ji Semsûrê ji bo bîranînê hatin Dêrsimê. Îsal 33yemîn salvegera komkujiyê ye.
Ji bo ku em nîşan bidin me ew ji bîr nekirine, me li Qada Seyîd Riza ew bi bîr anîn û em semah digirin."
Ji beşdaran Ozlem Çorakê jî got, "Em di vê germahiya nîvrojê de li vê derê ne.
Ew çawa di wê germahiyê de şewitîn, me jî ew êş di kezeba xwe de hîs kir."
Rojda Yelê jî hestên xwe wisa anîn zimên:
"Em bi hevalên xwe re ji Semsûrê hatin Dêrsimê. Yên ku ji Amedê, ji Pulurê hatine jî hene.
Me 33 mirovên xwe bi bîr anîn. Bû bîranîneke gelekî xweş."
Çalakî bi muzîka "33 Can, 33 Tembûr", semah û nîşandana koroya zarokan a Kirmanckî (Zazakî) ya bi beşdariya Zeynep Kiliç û Perperîke Usarî bi dawî bû.
