Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Parêzvanên Sînor ê Urmiyeyê ragihand ku parêzvanekî wan di dema pevçûneke li gel gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de miriye.
Fermandarê Parêzvanên Sînor ê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Ehmedî li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir:
"Li Çaldiranê ji ber rûbirûbûna li gel komeke dijber parêzvanekî sînor ê bi navê Husên Resûlî mir."
Mihemed Ehmedî da zanîn ku Husên Resûlî berî çend rojan di rûbirûbûna li gel gerîlayên PKKyê de birîndar bûbû.
Resûlî piştî ku çend rojan li nexweşxaneyê maye miriye.
Mihemed Ehmedî her wiha ragihand ku di pevçûnê de 2 gerîlayên PKKyê jî canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku kes nehatiye desteserkirin lê belê Mihemed Ehmedî got, "Em dê tola vê yekê ji dijminan û komên cudaxwaz hildin."
Parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê li gel Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Nexciwana Azerbeycanê xwedî sînorên hevbeş e.
