Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi avahiyeke 10 qatî ket û di encamê de 7 kes bi jehrê ketin û zerereke pir a madî çêbû.
Li taxa Batikentê ya navendê ji ber sedemeke ne diyar agir bi kargeheke kel û pelên avahîsaziyê ya di bin avahiyeke 10 qatî de ket û şewat mezin bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Heta tîmên agirvemirandinê gihiştin cihê bûyerê agir ber bi qatên jor ve bilind bû.
Niştecihên avahiyê yekser hatin derxistin û rêya li pêşiya avahiyê ji hatin û çûyînê re hat girtin.
Di dema vemirandina agir de yek jê karmendê agirvemirandinê 7 kes bi jehrê ketin.
3 kes li cihê bûyerê di ambulansan de hatin dermankirin û 4 kes jî veguhastin nexweşxaneyê.
Agir di encama xebatan de hat vemirandin lê ji ber agir zerereke mezin a madî çêbû.
