Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket.
Di şewatê de zarokeke 7 salî mir.
Her wiha dayîk, bav û 3 zarokên din ên malbatê jî birîndar bûn.
Agir di saetên serê sibehê de derket
Bûyer li gundê Heremhedadê yê Qoserê qewimî.
Di saetên serê sibehê de ji ber sedemeke ne diyar agir bi malekê ket.
Li ser agahdarkirina gundiyan, tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên agirvemirandinê destwerdan kir û şewat vemirand.
Hat zanîn ku di şewatê de zaroka 7 salî ya bi navê Melîke D. li cihê bûyerê miriye.
Dayîk, bav û 3 zarokên ku di şewatê de birîndar bibûn, bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin kirin.
