Elfabeya Latînî di Navbera Erebê Şemo û Marogulov de[1]
Dema ku elfabeya kurdî ya latînî sala 1929ê hat çapkirin û li komarên Sovyêtê yên kurdnişîn hat belavkirin, di nav nivîskar û rewşenbîran de weku bûyereke balkêş deng veda!
Hin gotar di derbarê nirxandina elfabeyê de, di rojnameya "Elenda Rojhilatê" de hatine nivîsîn. Îshaq Margulov jî (2-3) gotar di heman rojnameyê de nivîsîne. Margulov di wan gotarên xwe de tekez dikir ku ew beşdarî amadekirina elfabeyê bûye. Anku wî û Erebê Şemo bi hev re elfabe saz kirîye.
Vê gotina Margulov pirsgirêkek di nav rewşenbîran de peyda kir, pirseke berguman derxiste holê: Gelo danerê vê elfabeyê kî ye!? Yan jî kî ne!?
1- Celîlê Celîl di pirtûka xwe de ya ku bi sernameya "13 Rûpelên Balkêş ji Dîroka Gelê Kurd"[2] de dibêje: Ishaq Margulov elfabeya kurdî ya latînî amade kiriye. Anku tu kes pê re nebûye beşdar!
2- Cewdet Huşyar di lêkolînên xwe de, li ser zimanê Erebê Şemo, çîroka elfabeya latînî vedibêje:
Erebê Şemo û Moravyan:
Rojekê ji rojê buhara 1925ê nameyek ji wezîrê perwerdeyê Muravyan gihişte min. Di wê nameyê de wezîr ji min xwestibû ku ez serdana wî bikim. Di dema destnîşankirî de ez derbasî nivîsgeha wezîr bûm. Bi germî pêşwazîya min kir û nêzî xwe ez dam rûniştin. Piştî gotebêjeke kurt got:
- Tu zanî ku tu Kurdê yekemîn î ku bawernameyeke bilind ji peymangeha rojhilatnasînê (Lazarêf) wergirtiye!?
Ev jî erkekî pêwîst dide ber te! Tu tenê jî dikarî vî erkî pêk bînî!
Tu dizanî ku elfabeya ermenî bo zimanê kurdî ne guncaw e! Te bi xwe jî li ser vê mijarê nivîsîye. Vêca pêşniyaz ew e ku tu elfabeyeke kurdî ji tîpên latînî amade bikî! Ka tu çi dibêjî!?
- Ez nizanim ka ez ê karibim an na! Ji hêleke dî ve jî ez endamê komîta navendî ya partîyê li Ermînya me, bêyî destûra komîtê jî ez qet neşêm tiştekî bikim!
- Rast e, lê ev pêşniyaza komîtê ye ne ya min e û pêşniyazên komîtê jî biryar in, ne pêşniyaz in, wekî ku tu jî zanî! Ez ji nivîsgeha wezîr derketim bêyî ku ez bibêjim erê yan na!!
Ez dû salan li ser elfabeyê xebitîm (1925-1927). Min fonîtîka zimanê kurdî vekola, min ew û dengên tîpên latînî beranberî hev kirin heta ku ez gihiştim raweya herî guncaw. Bi vê yekê elfabeya latînî sergihayî bû!!
Erebê Şemo û Margulov:
Dema ku ez li nivîsgeha xwe ya malê rûniştî bûm, ez cara dawî li elfabeyê vedigeriyam kesekî li derî xist, bêyî ku ez serê xwe ji ser kaxezê rakim min got keremke! Mirovekî naveser derbas bû û xwe da nasîn:
- Navê min Margoluv e. Ez li gundekî kurdî ku bi navê " Zorê" mamosta bûm dibistan hatine girtin û ji wê demê ve heta nuha ez bê kar im. Doznameyek ji çentê xwe derxist, li ber min dîna û got:
- Bi hêvî me ku tu alîkarîya min bikî û min vegerînî karê min!
- Nuha xwendin li dibistanên kurdî bi tîpên ermenî û zimanê kurmancî ye.
Ma tu bi kurmancî dizanî!?
- Na, min berê zanîbû lê nuha min jibîr kiriye, lê ez ê zû fêr bibim!
- Tu bi tîpên ermenî dizanî bixwînî?
- Na, lê ez ê zû fêr bibim.
- Tu ne bi kurmancî dizanî û ne tîpên ermenî tu zanî bixwînî! Ka tu yê çawa bibî mamosta!? Va destnivîsa elfabeya latînî min amade kiriye, tu karî wê bi vê xeta xwe ya bedew ji nû ve binivîsî, beranberî nirxekî baş!?
- Erê, ez karim!
Margulov destnivîsa elfabeyê bir û piştî mehekê li ser dû daneyan (nusxeyan) elfabe li min vegerand.
Erebê Şemo û Orbîbî:
Rojekê ji buhara 1927ê ez çûm nivîsgeha wezîr Muravyan û min elfabe li ber wî dîna. Lê nêrî û çend rûpel jê xwendin û çend pirs jî ji min kirin. Paşê ji min re got:
- Baş e! lê divê kurdolojîyê zanyar Yûsif Orbîlî wê pesend bike. Ez ê nameyekê bo wî binivîsim, bi xwe re bibe û here! Yekser min berê xwe da Lînîngradê. Ber êvarê ez gihiştim mala Orbîlî, li ber derî min nameya Murevyan dayê. Name xwend û bi kurmancî got: "Ser çavan", derbas be!
- Ez ê herim mêvanxaneyê (otêlê)!
- Na na, derbas be! Hûn Kurd mêvanhez in, min nan û xwêya wan xwarîye, derbas be!!
Ez çend rojan mêvanê wî bûm. Di wan rojan de elfabe pel bi pel xwend û bi min re gotebêj kir. Dawî nameyek bo Muravyan nivîsî, û elfabe li me pîroz kir.
Ez derange şevê gihiştim Yerîvanê û yekser ez çûm mala wezîr Muravyan, min elfabe û name radestî wî kirin. Name xwend û got: Temam! Nuha hûn Kurd jî bûn xwedî elfabeyeke guncaw, pîroz be!!
3- Hin nivîskarên dîtir jî di çarçova danasîna elfabe û danerên wê de nêrînên xwe nivîsîne, wek:
- Dr. Xaçodiryan û Hecîyê Cindî di pirtûka xwe ya bi sernameya "Zimannameya Kurmancî"[3] de, ya ku ev her sê kes lêveger û çavdêrên wê bo çapkirinê bûn:
- Emînê Evdal
- Casimê Celîl
- Cerdoyê Gênco
Van her dû nivîskarên pirtûkê di rûpelê 184ê de gotine, elfabeya latînî Margulov û Erebê Şemo bi hev re amade kiriye. Her sê lêvegerên elfabeyê jî tiştek di vê derbarê de negotiye.
- Eskerê Bûyîk jî di pirtûka xwe, ya bi navê "Nûra Elegezê"[4] de dibêje: Margulov û Erebê Şemo herdûyan elfabeya latînî amade kiriye.
4- Kendal Nezan serokê Enstituya Kurdî ya Parîsê di gotareke xwe de bi sernameya "Mirina Erebê Şemo"[5], dibêje: Margulov elfabeya kurdî ya latînî amade kiriye û Erebê Şemo alîkarîya wî kiriye.
Di encama vê lêgerîna xwe de em rastî (4) nêrînên ji hev cuda hatin:
1- Celîlê Celîl di pirtûka xwe "13 Rûpel…" ya destnîşankirî de dibêje:
Yê ku elfabeya kurdî ya latînî amade kiriye Margulov bi tena xwe ye!
Celîl bo çespandina vê gotina xwe çi belgeyan destnîşan nake, ne devikî û ne nivîskî. Bo vê egerê jî ev nêrîna Celîl berguman e. Em nikarin wê tekez bikin!
2- Cewdet Huşyar di gotareke lêkolînên xwe de, li ser zimanê Erebê Şemo dibêje ( anku Erebê Şemo dibêje):
- Min elfabeya latînî bi fermana wezîrê perwerwerdeyê Muravyan amade kir û dawî Margulov jî bi xeta xwe ya bedew ew ji min re nivîsî (fotokopî) kir.
Erebê Şemo di wê gotina xwe de tekez dike ku Margulov bixwe ji min re got: Ez nizanim bi kurmancî bipeyivim û nizanim jî bi tîpên ermenî bixwînim.
- Di arşîva wezareta perwerdeyê de belgeameyek heye, tekez dike ku wezaretê ji Erebê Şemo xwestiye ku elfabeyeke kurmancî ji tîpên latînî amade bike.
Erebê Şemo jî ew xwestek di dû salan (1925-1927) de bi zanyarî amade kir. (Lê mixabin min nikarî ez wê belgeyê peyda bikim!)
- Di (80) salîya Erebê Şemo de yekîtîya tevaya nivîskarên Sovyêtê[6] li Moskowê birûskeke pîrozbahîyê arastî Erebê Şemo kir. Di wê birûskê de amaje bi hemû berhemên wî hatibû kirin û di nav wan de jî elfabeya latînî, weku berhema herî giring û nirxdar hatibû destnîşankirin.
3- Dr. Xaçodiryan û Hecîyê Cindî di pirtûka xwe ya bi sernameya "Zimannameya Kurmancî" de û Eskerê Bûyîk jî di pirtûka xwe "Nûra Elegezê" de dibêjin: Elfabeya kurmancî ya latînî Margulov û Erebê Şemo bi hev re amade kiriye.
Van her sê nivîskaran xwe sipartiye şêweyê nivîsîna navên danerên elfabeyê li ser bergê wê û li wê gorê nêrîna xwe diyar kiriye.
Navên daneran jî bi vî şêweyî hatine nivîsîn: "Marogulov û E. Ş. ".
4- Kendal Nezan jî nêrîna xwe di govara "Azadî" yê de bi van gotinan diyar dike: Margulov bi xwe elfabeya latînî amade kiriye û Erebê Şemo alîkarîya wî kiriye.
Kendal Nezan bo çespandina vê nêrîna xwe çi belgeyan destnîşan nake.
Dibe ku ew nêrîn ji şêwazê nivîsîna her dû navan li ser bergê pirtûkê hatibe têgihiştin, anku Margulov bi temamîya tîpan hatiye nivîsîn (Marogulov) û yê Erebê Şemo bi tîpên pêşîn tenê kurtebir bûye ev jî nîşana wê yekê ye ku karê giring û sereke yê Margulov e û yê alîkarîyê yê Erebê Şemo ye. Lê eger ne ev be ka çima navê Margulov sergihayî hatiye û çima navê Erebê Şemo bi tîpên pêşîn tenê kurtebir bûye!?
Bi rastî hin bûyerên berguman û hin pirsên balkêş jî dixuzirin dilê min.
Di vê pêvajoyê de hin bûyerên berguman qewimîn, bandora xwe bi şêweyekî rasterast yan jî nerasterast li kêşeya mijarê kiriye:
Berî çapkirina elfabeyê bi demeke kurt Erebê Şemo hat girtin. Gunehê wî jî ew bû ku wî di nav Îzdîyan de karê şêxîtîyê dikir, mirîd lê dicivîyan, destên wî maç dikirin û pare ji wan werdigirtin.
Piştî lêpirsînê Erebê Şemo ji girtîgehê bêguneh tê berdan. Wê hingê elfabe hatibû çapkirin û navê daneran jî li ser bergê wê hatibûn nivîsîn.
Pirsa ku bi vê bûyerê re xwe dide pêş ev e: Gelo çawa Erebê Şemo yê ronakbîr, derçûyê peymangeha "Lazarêf" û komunîstê endamê komîta navendî ya partîyê ya Ermînya, çawa bawerîya wî hîn jî weku bawerîya bav û kalên wî bi şêxîtî, mirîdîtî û destmaçîkirinê dihat bi sedema wê bawerîyê jî hatiye sizakirin? Ez bixwe qet bawer nakim ku bîr û bawerîyên Erebê Şemo di wê asta kevneşop û paşketî de bin ta ku bi sedema wan hatibe girtin! Dibe ku ev bûyera berguman bêbextîyek be, encama çavnebarî û rikberîyeke nerewa be!
Beranberî van pirs û gumanan jî kurtepirsek dibêje: Baş e! Piştî ku Erebê Şemo ji girtîgehê bêguneh derket çima dengê xwe bilind nekir û negot, kê navê Margulov li ser elfabeya min nivîsîye!? Margulov ne beşdarî amadekirina wê ye! Tenê wî ew fotokopî kiriye.!
Bûbelata ji wê mezintir û kambaxtir ew e ku Erebê Şemo (19) sal (1937-1956) ji temenê xwe, li zemherîra Sêpîrya qedandin. Tawana wê sizakirinê jî gumanbarîya ku Erebê Şemo piştgirya desthilata çûyî dikir. Ma ev bûbelat jî ne seyr û balkêş e!?
Amûdê 25.05.2026
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
1. Li ser bergê pirtûkê " Marogûlov" hatiye nivîsîn, lê bi şêweyê (Margulof, Margulov û Margulo) jî hatiye xebitandin.
2. 13 rûpelên balkêş ji … - Rû. (167) – Wardoz. Amed 2020.
[3] Zimannameya kurmancî- Rû: 184 – 1935 Rewan (Yerîvan).
[4] Nûra Elegezê. Rû. 9 – 2004 –Elmanîya.
[5] Govara Azadî. Hejmar 3- 1978 .Parîs.
[6]Rojnameya heftane ya Yekîtîya Nivîskarên Sovyêtê. Hejmara(7)- 19.2.1977 - Moskoyê.
