Şikestina ku Kanûna Paşîn a 2026an li rojavayê Kurdistanê pêk hat, ne tenê ji bo hêviyên me, ji bo jinên Kurd jî windahiyeke mezin e. Heta bi psîkolojî û encamên xwe ve şikestineke fikrî ne ji bo îdiaya doza jinên Kurd. Ji 1950î vir ve li Başûr û Bakur partiyên Kurdan bi nav û rêbazên cuda şer û mizakereyan dimeşînin. Serxwebûn, parlamenterîzm, federalîzm, xweseriya herêmî heta entegrasyon jî wekî modelên îdarî ji aliyê hêzên Kurdan ve tên gotûbêjkirin. Lê heta niha xêncî federalîzma li Başûr, Kurdan ti garantiya fermî bi dest nexistiye.
Meha hezîranê ji bo van kêm destkeftiyan meheke alegorîk e. Bi gotina Mewlanzade Rifat Beg, hatina “komara leşkerî” û têkçûna serhildanên Kurdan vê mehê dike çerxoka alegoriyan. Di destpêka sedsalê de Kurdan jî wekî miletên din li Stenbolê xebat kirin û li gorî xwestekên siyasî, çandî û civakî hin sazî û komele ava kirin. Kom û kesayetiyên Kurdan him hewldanên miletî him jî maf û parastina wekheviya jinan di civîn, kovar û xebatên xwe de anîn rojevê. Jinên Kurd ên ku piraniya wan arîstokrat û burjuwa bûn, bi vê minasebetê 20ê Hezîrana 1919an li Stenbolê Cemiyeta Pêşketina Jinên Kurd ava kir.
Rohat Alakom di gotara xwe ya di “Kürt Tarihi”yê de dibêje ku yekemîn seroka cemiyetê Emîne Xanîma jina Şerîf Paşa ye lê paşê bi awayekî Cemiyet di bin serokatiya Dr. Esma Encûm Yamulkî de li ser 46 madeyan sazkirina xwe îlan dike û dest bi kar dike. Her çi qasî cemiyet pir demdirêj nebe jî li gorî dewrê bandora wê xurt e. Cemiyet di pêvajoya xwe de miletê Kurd mixatabê sereke digre û dibîne. Lêkolêr Ekrem Malbat, çend sal berê nizamname ya cemiyetê bi forma pirtûkekê ji zimanê Erebî wergerand Kurdî û Tirkî û bi etîketa Nûbiharê ji weşand. Di pirtûkê de, Dr. Yamulkî di vekirina saziyê de mîsyona xwe bi van gotinan tîne ziman; “Xanimên hêja, yên ku tevlî komeleya me bûne, ew jin in ku ji Kurd û Kurdistanê hez dikin. Armanca me dijberiya Tirkan nîne. Berevajî ,em dixwazin ji wan re bibin alîkar û xwe bidin naskirin.” (K.K. Tealî Cem. Nizamnamesi – Ekrem Malbat, s-35)
Tê zanîn, beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, serxwebûnxwazî, mafê dewletbûnê, rola jinan, takekesî û xweîfadekirin di nav miletên bindest de wekî bayê rizgariyê belav dibû û her civakê li gorî xwe ev pêvajo dişopand.
Lê mixabin Kurd ji van nîqaşên aqilane û çareser bê par derketin û hemî nasnameyên wan tevlihev bûn. Dîsa jî daxwazên serbixwetiyê ti carî ji jiyana Kurdan derneketin. Jinên ku endam an jî nêzîkî vê cemiyetê bûn xwediyê van ramanên zemanî bûn. Xebat û plansaziyên xwe jî li gorî vê taybetmendiyê dikirin. Vekirina dibistanan, xwedî derketina jin û zarokên bêkes û bêkar, perwerdekirina mamosteyan, avakirina rêxistinên sivîl û alîkariyên aborî û civakî armancên pêşî bûn. Lê wekî gelek planên Kurdan, Cemiyeta Pêşketina Jinên Kurd jî ji ber zextên siyasî di demeke kurt de hate girtin. Îro di derbarê cemiyetê de bi dehan gotar hene û nifşên nû dikarin van çend mehên zêrîn bi tevahî nas bikin. Lê ya ku wekî xeta sor divê bê parastin, mîsyon û armanca cemiyetê ye.
Bûyerên dîrokî li gorî macerayên rojane nayên berevajîkirin. Ji xwe em biryarî û qenaeta endamên cemiyetê di nav salan de bi zelalî dibînin. Ew karên li Stenbolê nîvco mabûn, paşê li Kurdistanê bi tevlîbûna yên wekî Gûzîde Yamulkî û Rewşen Bedirxanê berdewam dikin. Mirov dikare bêje ew xeyalên li Stenbolê hatin ditin, li Rojhilatê Kurdistanê di 1946an de bi Komara Kurdistanê re bûn tevgera jinên Kurdistanê. Paşê jî 1952yan de Partiya Demokrat a Kurdistanê dengê jinên Kurd careke din gihande cîhanê.
Ji xwe çend sal şûn ve di 1977an de jinên bakurî DDKDê (Komeleya Jinên Demokrat û Şoreşger- aligirên tevgera Dr. Şivan) ava dikin û dîroksaziya pêşengiyê ber bi Bakur ve diçerîxînin. Ji wê rojê heta 2026an dîroka jinên Kurd di navbera Başûr, Bakur û Rojava û diyasporayê ve diçê û tê. Di vê rûberiyê de rêxistinên jinan têkoşîna wekheviya zayendî û neteweyî gihand asteke piralî û pirxalî. Jinên Kurd pîştî ezmûna cemiyetê, di avakirina Ocaxên Şoreşgerî û Çandî yên Rojhilatê (DDKO) û komeleyên wek DDKADê de jî pêşengtî kir.
Lê reaksiyoneriya jinan bi van her sê periyodan jî sînordar nema. Lewra li Bakur piştî DDKADê, di nav Partiya Karkerên Kurdistanê de jî jinên Kurd teorî û rêxîsînên nûh afiradin. Îro tevî hemî kêmasî û rexneyan jî em bi dikarin dîroka jinên Kurd li gor 1919an-1946 û 1977an şîrove bikin.
Ev her sê destpêk jî hemû jinên Kurd re wekî nexşerêya entelektuelîzm û Femînîzma neteweper e. Fîgûrên wekî Dr. Encûm Yamulkî, Rewşen Bedirxan , Gûzîde Yamulkî aktivîstên bêhempa ne. Leyla Ejder, Leyla Qasim, Dr. Sevînç Işik Işcanli, Lamîa Baksî, Sakîne Cansiz, Hozan Mizgîn, Yayla Bucak, Nuran Maraşli, Leyla Zana, Gurbetelî Ersoz û bi sedan navên din jî rewşenbîr û parazvanên mafên jinên Kurd ên serdema me ne.
Tevî hemî windahî û şaşiyan jî îro tevgera jinên Kurdistanê xwedî zanebûn û tecrubeyên dîrokî ye. Bê guman partiyên siyasî li gor berjewendiyên xwe dixwazin vê dirokê berevajî bikin. Lê ev ne mimkin e. Wekî Hozan Mizgîn di kilama xwe ya “Oy Gul” de dibêje:
“Gulê bingeh danîne, keç û xort giş rabûne, bi xwendin û zanabûn”
Belê, pîroz be 107 saliya me!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)