Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, "Eger Îran ji ber rûdanên li Libnanê êrişî Îsraîlê bike, em dê bi hemû hêza xwe êrişî Tehranê bikin.”
Katz eşkere kir ku artêşa Îsraîlê dê li deverên bin kontrola xwe yên li başûrê Libnanê, Sûriyeyê û Xezeyê heta demeke nediyar bimîne.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, Katz diyar kir ku dê deverên di bin kontrola Îsraîlê de yên li başûrê Libnanê ji xelkê xwecihî werin "paqijkirin."
"Em li dijî vekişîna artêşa Îsraîlê ne"
Katz destnîşan kir ku artêşa wan dê li başûrê Libnanê, Sûriye û Xezeyê bimîne û anî zimên:
"Ji ber vê yekê, tevî hemû zextên heyî û yên paşerojê jî em li dijî vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji Libnanê ne."
Katz amaje pê kir ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu ev rewş ji Serokê Amerîkayê Donald Trump û rayedarên din ên Amerîkayê re bi awayekî zelal aniye zimên û got:
"Min doh ev yek bi awayekî eşkere ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth re jî ragihand."
"Em dê êrişî Tehranê bikin"
Katz diyar kir ku ew dê ji berjewendiyên ewlehiya Îsraîlê tewîzê nedin û ji herêmên kontrolkirî venekişin û biland:
"Eger Îran ji ber rûdanên li Libnanê êrişî Îsraîlê bike, em dê bi hemû hêza xwe êrişî Tehranê bikin.
Em dê cudahiya hêzê ya di navbera xwe de gelekî baş bi wan bidin hîskirin. Em tenê li beramberî welatiyên xwe û ewlehiya Îsraîlê berpirsyar in."
Li aliyê din, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir jî bertekeke tund nîşanî peymana di navbera Washington û Tehranê de dabû.
Ben-Gvir di daxuyaniya xwe de gotibû, "Peymana Trump me girê nade. Îsraîl ne mêtîngeheke Amerîkayê ye."
