Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî got ku hikûmeta Sûriyeyê bi mercê "kefîl" vîzeyê dide welatiyên Îraqê û ew daxwaza rakirina vê astengiyê dike.
Li hemberî vê yekê, Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyeyê Mazen Elûş ragihand ku ji bo sepandina mercê "kefîl" ti biryara nû nîne.
Elûş amaje bi wê yekê jî kir ku îsal zêdetirî 40 hezar Îraqî derbasî nav axa Sûriyeyê bûne.
Angaşta daxwaza kefîl
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Hikûmeta Sûriyeyê di berdêla dayîna vîzeyê de ji welatiyên Îraqê kefîl dixwaze.
Her kesê ku bixwaze vîzeya Sûriyeyê wergire û serdana wî welatî bike, divê destpêkê kesek li nav Sûriyeyê kar û barên wî bişopîne û bibe kefîlê wî û paşê li ser sînor vîzeya çûna nav Sûriyeyê jê re tê dayîn."
Îraq û Herêma Kurdistanê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re nêzîkî 620 kîlometreyî sînorê hevbeş parve dikin.
Parêzgeha Nînowayê jî bi rêya Deriyê Sînorî yê Rebîeyê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re hevsînor e.
Kakeyî anî zimên ku beriya çend rojan malbateke Kurd a ji nahiyeya Zumarê xwestiye biçe Sûriyeyê.
Hevjîna wî welatiyî xelkê Sûriyeyê ye û şîna xizmên wan li wir hebûye.
Lê belê ji ber nebûna kefîl wan nekarîbûye derbasî nav axa Sûriyeyê bibin.
20ê Nîsana 2026an Deriyê Sînorî yê Rebîeyê hatibû vekirin û karwanê yekem ê barhilgiran ji Îraqê ber bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketibû.
Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê Kakeyî daxwaz kir ku ev pirsgirêk û astengî were çareserkirin.
Kakeyî xwest ev rêkar were rakirin da ku welatî bêyî kefîl û tenê bi vîzeya asayî karibin serdana wî welatî bikin.
Sûriye angaştan red dike
Birêvebirê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyeyê Mazen Elûş li ser mijarê pirsên Rûdawê bersivandin.
Mazen Elûş derbarê rêkarên çûna welatiyên Îraqê û rewşa deriyên sînorî de zanyariyên nû eşkere kirin.
Elûş li ser îdiaya sepandina mercê "kefîl" got, "Ti biryara bi vî rengî ji bo her kesî nîne.
Lê komên berfireh hene ku bêyî vîzeya pêşwext û rasterast ji deriyan derbasî Sûriyeyê dibin."
Mazen Elûş diyar kir ku ev kesên li jêr bê vîze û bê kefîl dikarin derbasî Sûriyeyê bibin:
- Welatiyên Îraqî yên ku bi welatiyên Sûriyeyê re zewicîne.
- Xwediyên mafê niştecihbûnê yê li Sûriyeyê.
- Xwendekarên Îraqî yên ku li zanîngehên Sûriyeyê dixwînin.
- Bazirgan, pîşesaz û xebatkarên ragihandinê (piştî wergirtina razîbûna aliyên pêwendîdar).
- Zarokên jinên Sûriyeyî yên ku temenê wan di bin 15 saliyê re ye.
- Dîplomat û gelek rewşên din ên taybet.
Elûş her wiha got, "Kesên ku nakevin nav van koman, tenê pêwîst e vîzeyeke asayî ji Wezareta Karên Navxwe wergirin ku ev jî tenê rêkareke birêxistinkirina hat û çûnê ye."
Pirtirî 40 hezar Îraqiyan çûne Sûriyeyê
Li gorî agahiyên ku Mazen Elûş dane Rûdawê, ji destpêka 2025an heta dawiya Gulana 2026an nêzîkî 65 hezar welatiyên Îraqê çûne Sûriyeyê.
Di 5 mehên ewil ên îsal de jî 41 hezar Îraqî derbasî nav axa Sûriyeyê bûne.
Elûş derbarê rewşa deriyên sînorî yên di navbera Sûriye û Îraqê de got:
"Deriyên sînorî bi awayekî asayî û li gorî rêbaz û rênimayên karpêkirî kar dikin."
Elûş da zanîn ku Deriyê Sînorî yê Elbûkemalê (Qaîm) ji bo geştiyar û bazirganiyê vekiriye û Deriyê Sînorî yê Yeirûbiyê (Rebîe) jî ji bo hat û çûna welatiyan û bazirganiyê vekirî ye.
Mazen Elûş li ser Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê jî diyar kir ku hat û çûna welatiyan û bazirganî ya di navbera Sûriye û Herêma Kurdistanê de berdewam e û li gorî rêkaran bi rê ve diçe.
Mazen Elûş diyar kir ku Sûriye li hemberî rêkarên tund ên ku Îraq li hemberî welatiyên Sûriyeyê pêk tîne, gelek asankariyên zêdetir pêşkêşî Îraqiyan dike.
