Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê bi 12 mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Ezreqê ya li Urdinê kir.
Wan ragihand ku baregeha balafirên şer ên Amerîkayê yên F-35, F-15 û F-16an û navenda kontrol û fermandeyiyê ya artêşa wî welatî têk birine.
Ji ber vê êrişê Kuweytê qada xwe ya asmanî ji geştan re girt.
Her wiha Balyozxaneya Amerîkayê ya li Emmanê jî welatiyên xwe hişyar kirin.
Birêvebiriya Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan wekî bersiva êrişên mûşekan ên artêşa Amerîkayê operasyoneke tund pêk aniye.
Artêşa Amerîkayê beriya niha êrişî havîngehekê, tesîseke berhemanînê, kampeke leşkerî ya li nêzîkî Kerec û Nezerabadê û baregeheke xwecihî ya Supaya Pasdaran a li Pêşwayê kiribû.
"Heta êrişên dijmin bisekinin operasyon dê bidomin"
Supaya Pasdaran eşkere kir ku wan bi 12 mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Ezreqê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku baregeha balafirên F-35, F-15 û F-16an û dezgehên girîng ên artêşa Amerîkayê hatine têkbirin.
Hat îdiakirin ku gelek balafirên şer jî bûne hedefa êrişan.
Dîsa hat ragihandin ku dê ev operasyonên wan heta sekinandina êrişên dijmin bidomin.
Piştî êrîşan, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Urdinê bal kişand ser mûşek û dronên Îranê yên li asmanê welêt.
Balyozxaneyê ji welatiyên xwe xwest ku li nav avahiyan bimînin yan jî herin cihên ewle.
Li aliyê din, Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Kuweytê qada asmanî ya welatê xwe bi awayekî demkî girt.
Desteyê wekî sedem "êrîşên berdewam ên Îranê" nîşan dan.
Hat diyarkirin ku piştî nemana metirsiyan dê asman yekser were vekirin û hatin û çûna asmanî ji nû ve dest pê bike.
Supaya Pasdaran: 18 armancên Amerîkayê hatin lêdan
Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn ku wan wekî bersiva êrişên Amerîkayê, li 18 armancên wan ên li herêmê xistiye.
Birêvebiriya Têkiliyên Giştî ya Supaya Pasdaran da zanîn ku Amerîkayê êrişî çend deverên başûrê Îranê kiribû.
Wan jî wekî tolhildanê bi du pêlan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê kirine.
Li gorî daxuyaniyê, Supaya Pasdaran bi van her du pêlan êrişî baregehên leşkerî yên bi navê Elî Salim, Şêx Îsa û Ehmed Cabir kiriye.
Di encamê de 18 armancên Amerîkayê hatine lêdan.
Ev êrişên Supaya Pasdaran piştî êrîşên Amerîkayê pêk hatin.
Îro berê sibehê Artêşa Amerîkayê êrişî çend deverên Îranê kiribû, bi taybetî li parêzgehên başûrê welêt.
Baregeha Navendî ya Xatem Enbiya ya Îranê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Hat gotin ku Amerîkayê bi hinceta "ketina helîkoptera wan" êrîş kiriye.
Wekî bersiv, Artêşa Îranê û Supaya Pasdaran jî êrişî hinek baregehên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
