Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Gundên Zarokan a Sûriyeyê (SOS) eşkere kir ku çarenivîsa 16 zarokên Îraqî nediyar e.
Ev zarok di dema şerê li Sûriyeyê û di serdema rejîma Beşar Esed de bi darê zorê ji malbatên xwe hatine veqetandin û radestî navendên xwedîkirinê hatine kirin.
Li gorî bersiva Ofîsa Ragihandinê ya Komeleya Gundên Zarokan a Sûriyeyê (SOS) ya bi rêya e-mailekê ji bo pirsên Edîtorê Beşa Erebî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Îsa, ev zarokên ku ji 6 malbatan in, di navbera dawiya sala 2013an û çaryeka yekem a sala 2014an de radestî wan hatine kirin.
Ev yek di çarçoveya operasyonên girtinê yên berfireh ên rejîma berê de pêk hatiye ku malbatên wan hatine girtin.
Komeleya ku di warê xwedîkirinê de dixebite diyar kir ku di encama lêkolîneke hûr û berfireh a tomar û belgeyên fermî de derketiye holê ku wan 140 zarokên ji neteweyên cuda, di nav de Sûriyeyî, Îraqî û Rûsî, wergirtine.
Ev zarok di navbera salên 2011 û 2022yan de ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve bi rêya Wezareta Kar û Barên Civakî û Kar hatine şandin.
Komeleyê li ser 16 zarokên Îraqî destnîşan kir ku veqetandina wan a ji malbatên wan di "çarçoveya giştî ya girêdayî girtina malbatan a di dema şer de û radestkirina bi darê zorê ya zarokan a navendên xwedîkirinê" de pêk hatiye.
"Dîroka jidayîkbûna wan di navbera 1997 û 2011an de ye"
Li gorî belgeyên fermî yên radestkirinê, dîroka jidayîkbûna zarokan di navbera salên 1997 û 2011an de ye ku 12 ji wan kur û 4 jî keç in.
Komeleyê da zanîn, tevî ku amar piştrast dikin ku hemû bav bi eslê xwe Îraqî ne lê ji ber nebûna zanyariyên têr nasnameya dayîkan bi awayekî teqez nayê piştrastkirin.
Agahiyên li ber destê Komeleyê nîşan didin ku cihê cografî yê girêdayî van zarokan bêyî diyarkirina teqez a parêzgehên ku jê hatine bi giştî Îraq e.
Komele navan eşkere nake û destnîşan dike ku ev yek di bin siyasetên tund ên girêdayî parastina taybetmendiyê de ye û tenê bi rêya kanalên fermî pêk tê.
Komîteya Şopandinê ya Komeleyê hewldanên xwe ji bo gihîştina zarokan û piştrastkirina selametiya wan didomîne lê çarenivîsa wan hîn jî nediyar e.
Komeleyê tekez kir ku "di dema niha de nabe bi teqezî li ser çarenivîsa wan tiştek were gotin" û soz da ku dê hemû hewldanên xwe ji bo berdewamkirina lêgerîna wan û piştrastkirina ku ew baş in û di jîngeheke ewle de ne bike.
"Em bi dezgehên fermî yên Îraqê re di nava hevahengiyê de ne"
Komeleya Gundên Zarokan a Sûriyeyê (SOS) ji bo piştgiriya hewldanên şopandin û piştrastkirina rewşa zarokan û misogerkirina selametiya wan bal kişand ser xebata berdewam a bi hevahengiya bi dezgehên fermî re ku di nav de Balyozxaneya Îraqê jî heye.
Komele sala 1975an li Sûriyeyê hatiye damezrandin û şaxeke Yekîtiya Navneteweyî ya Gundên Zarokan e ku li 136 welatan belav bûye û ji bo dabînkirina xwedîkirina malbatan a ji bo zarokên sêwî dixebite.
