Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa Appleyê ji bo ku yek ji mezintirîn guherînên iPhoneyê pêk bîne, amadehiyê dike.
Tê îdiakirin ku modela iPhoneya tê qatkirin dê bi 2 hezar dolarên Amerîkî meha Îlonê bikeve bazarê.
Pergala iOS 27ê hinek nîşaneyên xurt pêşkêş dike ku şirket li pişt perdeyê iPhoneke ku tê qatkirin çêdike.
Li gorî nûçeya Bloomberg Newsê, biryar e amûra ku tê qatkirin meha Îlonê tevî rêze iPhone 18 Proyê were nasandin.
Bi vê gavê, tê çaverêkirin ku Apple di bazara telefonên ku tê qatkirin de bi Samsung Electronics û hilberînerên din re bikeve nav hevrikiyeke xurt.
Nîşaneyên di nava pergala iOS 27ê de
Ew nîşane ji nivîsbariyê tên. Di pelên veşartî yên di guhertoya ewil a betayê ya iOS 27ê de hinek têgehên wekî foldState, mechanicalAngleDegrees û angleDegrees cih digirin.
Ev têgeh nîşan didin ku nivîsbariya Appleyê dikare fêm bike ka amûr qatbûyî ye, vekirî ye yan jî quncikên wê li gorî çi ne.
Di iOS 27ê de, di nav pelên ku girêdayî amûra sererastkirina ekranê ya Appleyê de ne, behsa ekraneke duyem, şûşeyê parastinê yê duyem û du sensorên din ên ronahiyê tê kirin.
Tê gotin ku ev taybetmendî nîşaneyên amûreke xwedî ekraneke mezintir û nermtir in.
