Hewlêr (Rûdaw) - Hema tim behsa rîskên cixareyê tê kirin lê gelek mirov wê ji nav lep û tiliyên xwe dernaxin û hema bêje bêyî naçin destavê jî.
Li Almanyayê di 40 salên dawî de rêjeya cixarekêşan ji sedî 30î daketiye ji sedî 19an. Ciwanên niha li gorî kesên di ser 40 salî re kêmtir cixareyê dikişînin.
Berî 31ê Gulanê, "Roja Cîhanî ya li Dijî Tûtinê" pisporan careke din hişyarî da û wan bal kişand ser rîskên tûtinê yên li ser tenduristiyê.
Enstîtuya Robert Koch a Almanyayê di daxuyaniyekê de dibêje ku li welatên pîşesaziyê, cixare hîn jî rîska herî mezin a tenduristiyê ye û sedema sereke ya mirinên zû ye.
Li gorî amaran, her sal li Almanyayê 127 hezar kes, li seranserê cîhanê jî zêdeyî 7 milyon mirovan ji ber nexweşiyên girêdayî cixareyê dimirin.
Her wiha tê texmînkirin ku li cîhanê 1,6 milyon kesên ku bixwe cixareyê nekişînin jî (cixarekêşên pasîf), tenê ji ber dûmana derdorê bi nexweşiyên giran dikevin.
Li Almanyayê sedema ji sedî 87ê nexweşiyên penceşêra pişikê cixare ye. Cixare ne tenê ji bo pişikê, di heman demê de ji bo penceşêra dev, qirik, soriçk û lêvan jî rîska herî mezin e.
Cixareya elektronîk û "kîsikên nîkotînê" jî bi rîsk in
Pispor dibêjin ku cixareyên elektronîk û amûrên bi hilm jî ne bêrîsk in.
Her çend di hilma van amûran de li gorî dûmana tûtinê madeyên bi jehr kêmtir bin jî di nav wan de madeyên wekî nîkel, krom û qurşûnê hatine dîtin ku dibin sedema penceşêrê.
Li ser "kîsikên nîkotînê" (nicotine pouches) ku di nav ciwanan de belav bûne, heta niha daneyên zanistî yên têrker nînin.
Her çi qasî tê gotin ji ber ku şewitandina tûtinê tê de nîne rîska wê kêmtir e jî pispor ji ber nîkotîna tê de hişyariya "tiryakbûnê" didin.
Li Almanyayê firotina kîsikên nîkotînê qedexe ye lê ciwan bi rêya înternetê xwe dighîninê.
Tê texmînkirin ku di nav xwendekarên 16-17 salî de, ji her heft kuran yekî û ji her deh keçan yekê bi kêmanî carekê ev berhem ceribandine.
Nîkotîn çawa mirov fêrî xwe dike?
Nîkotîna di tûtinê de bandoreke rasterast li sîstema rehikan dike. Ev made bi rêya nefesê di nav çend saniyeyan de digihe mêjî.
Nîkotîn derdana dopamînê zêde dike û bi vî rengî mirov dikişîne nav çerxa tiryakbûnê.
Mirovê ku bi awayekî birêkûpêk bi kar tîne, piştî demekê ji bo ku hest bi heman bandorê bike, hewcedarî dozên bilindtir dibe. Tiryakbûn bi vî rengî dest pê dike.
Têkiliya statuya civakî û cixareyê
Komeleya Alîkariya Penceşêrê ya Almanyayê (Deutsche Krebshilfe) balê dikşîne ser têkiliya rewşa civakî û cixarekêşiyê.
Li gorî daxuyaniyê, her ku asta perwerdeyê bilind dibe, rêjeya cixarekêşiyê kêm dibe. Mînak; di nav ciwanên 18-25 salî de, rêjeya cixarekêşiya kesên ku bê dîploma ne, li gor xwendekarên zanîngehê du qatan zêdetir e.
Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO), li seranserê cîhanê 1,3 milyar bikarhênerên tûtinê hene û ji sedî 80ê wan li welatên hejar an jî xwedî dahata navîn dijîn.
Kêmbûna cixarekêşiyê li Almanyayê
Di salên 1980yî de li Almanyayê rêjeya cixarekêşiyê di ser ji sedî 30î re bû. Di sala 1979an de di nav ciwanên 12-25 salî de, hema bêje nîvê xortan û ji sedî 40ê keçan cixare vedixwar.
Lê ji wê demê heta îro, di nav ciwanan de meyleke zêde ya ber bi berdan an jî destpênekirina cixareyê ve heye.
Li gorî amarên Daîreya Statîstîkê ya Federal, îro li Almanyayê ji sedî 19ê nifûsa di ser 15 salî re cixareyê dikişînin.
Ji van kesan ji sedî 78 cixareya klasîk, ji sedî 9 jî cixareya elektronîk bi kar tînin.
Her wiha rêjeya mêrên cixarekêş ji ya jinan zêdetir e. Di nav komên temen de jî, herî zêde kesên 40-44 salî cixareyê dikişînin.
Çavkanî: DW
