Hewlêr (Rûdaw) - Nexweşxaneya Umêdê ya Penceşêrê ya Dihokê ragihand ku tenê di salekê de 30 hezar nexweşan serî li nexweşxaneyê daye û piraniya wan jî yên penceşêra pêsîrê ne.
Birêvebirê Nexweşxaneya Umêdê ya Penceşêrê Çekdar Ehmed eşkere kir ku pêwîstiya nexweşxaneyê bi hejmareke zêdetir a karmend, bijîşk û perestaran heye û diyar kir ku heta pêwîstiya wan bi amûr û otomobîlên nû jî heye, çimkî ji dema ku nexweşxane hatiye vekirin ve bi heman karmend û bijîşkên ku li Nexweşxaneya Azadiyê bûn tê birêvebirin.
Sala 2007an li Nexweşxaneya Azadiyê beşa penceşêrê hat vekirin, pişt re bi pêş ket û li nexweşxaneyê bû qateke taybet a penceşêrê lê belê biryara vekirina nexweşxaneyeke taybet a penceşêrê hat dayîn ku sala 2025an hat vekirin.
Dr. Çekdar Ehmed destnîşan kir:
"Di nava salekê de 30 hezar nexweşan serî li nexweşxaneya me daye û bi xerciya zêdetirî 8 milyar dînarî xizmeta nexweşan hatiye kirin."
Projeya navenda tedawiya bi tîrêjê
Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Dihokê Dr. Efrasyab Mûsa ragihand ku heta niha li Dihokê navenda tedawiya bi tîrêjê ji bo nexweşên penceşêrê nîne û ji bo avakirina wê projeyek heye.
Dr. Efrasiyab Mûsa anî ziman ku ji bo wergirtina tedawiya kîmyayî tenê 40-45 text hebûn lê niha li ser vekirina du navendên pişkinîna pêşwext a penceşêrê tê xebitîn.
Mûsa diyar kir ku pişt re Nexweşxaneya Umêdê ya ku ji 160 textan pêk tê hatiye vekirin û her kes jê sûdê dibîne.
Amarên penceşêrê yên Herêma Kurdistanê
Li gorî lêkolînên Rûdawê, di berawirdkirina navbera salên 2020 û 2025an de hejmara pêketiyên nû yên penceşêrê yên tomarkirî li Herêma Kurdistanê ji sedî 62 zêde bûye.
Amar bi vî rengî ne:
· Sala 2020î 6 hezar û 293 pêketiyên nû yên penceşêrê hatine tomarkirin.
· Sala 2021ê bûye 7 hezar û 904 pêketiyên nû.
· Sala 2022yan bilind bûye û bûye 9 hezar û 61 pêketiyên nû.
· Sala 2023yan hejmar bilindtir bûye û gihîştiye 9 hezar û 911 pêketiyên nû.
· Sala 2024an bûye 9 hezar û 596 pêketiyên nû.
· Sala 2025an bûye 10 hezar û 245 pêketiyên nû.
Tenê sala borî rojane nêzîkî 30 pêketiyên nû yên penceşêrê hatine tomarkirin.
