Hewlêr (Rûdaw) - Pisporekî nexweşiyên dil ê li Amerîkayê ragihand ku vexwarinên enerjiyê tansiyona xwînê bilind dikin.
Ev yek guvaşeke zêdetir li ser dil û rehên xwînê çêdike û dibe sedema krîz û sistbûna dil.
Pisporê nexweşiyên dil Dr. Cheng-Han Chen eşkere kir ku xwarin û vexwarin bandoreke rasterast li ser bilindbûna tansiyona xwînê dikin.
Wî anî zimên, dibe ku ev rewş bi zerereke mezin û metirsîdar a wekî mirinê bi dawî bibe.
Zererên vexwarinên enerjiyê
Li aliyê din, Pisporê Dil ê li Nexweşxaneya Northwell's Lenox Hillê ya Amerîkayê Dr. Husam Hemûd jî li ser mijarê axivî.
Dr. Hemûd destnîşan kir ku di nav vexwarinên enerjiyê de rêjeyeke zêde ya kafeîn û madeyên dehfder (teşwîqker) heye û ev hemû jî zererê didin dil.
Li gorî gotinên Dr. Husam, dema vexwarinên enerjiyê tansiyona dil bilind dikin, masûlkeyên dil jî stûr dikin û wan sist dikin.
Her wiha Pisporê Dil ê li Zanîngeha Ohioyê ya Amerîkayê Dr. Blair Suter jî li ser van vexwarinên enerjiyê got:
"Rojane kêmtirî 400 mîlîgram kafeîn ji bo mirovan asayî ye lê di qutiyeke 250 mîlîlîtreyî ya vexwarina enerjiyê de 80-110 mîlîgram kafeîn heye."
Wî eşkere kir ku mirov ji vexwarinên din jî kafeînê werdigirin û di nav vexwarinên enerjiyê de madeyên parêzvan, şekirê zêdekirî û madeyên çalakker ên metirsîdar hene.
Lîsteya nexweşiyan
Li gorî Navenda Kontrolkirin û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) û Enstîtuya Tenduristiyê ya Neteweyî (NIH), eger mirov kafeîneke zêde wergire, dê di demeke kurt an jî dirêj de rastî van pirsgirêkan bê:
- Gurmegurma dil û netekûziya lêdana dil
- Fikar û endîşe
- Pirsgirêkên pergala ferikandinê
- Bilindbûna tansiyona xwînê
- Krîz
- Lerzîn
- Serêş
- Zêdemîzkirin
- Hişkbûna laş
- Têkçûna xewê
- Zêdebûna îhtimala jiberçûna zarokan
- Pirsgirêkên di mijîna dermanan de (dermanên tîroîd, hesin û nexweşiya ADHDyê)
- Tûşbûn (bengîbûn)
- Lawazî û bêhêzî
