Hewlêr (Rûdaw) - Sînan Çîftyurek li Parlamentoya Tirkiyeyê bi nexşeyên aboriyê nerazîbûn nîşanî bipaşdemayîna bajarên Bakurê Kurdistanê da.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek doh li Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser bipaşdemayîna aborî ya bajarên Bakurê Kurdistanê.
Çîftyurek diyar kir ku dewletê bi polîtîkayên ku meşandine bi qestî bajarên Bakurê Kurdistanê li paş hiştine û anî ziman:
“Di bingeha bipaşdehîştina herêmê de yan jî di bingeha cihêkariya van nexşeyan de, nêrîna dewletê ya ku di çarçoveya ewlehî û terorê de li herêma Kurdistanê nihêriye heye.”
Çîftyurek ragihand ku hinek ji gotina “Kurdistanê dilgiran dibin û dibêjin hesasiyetên dewletê û neteweperestên Tirk hene, gelo hesasiyetên dayîkên Kurd nînin ku sed sal in êş û elemê dikişînin.”
Pêvajoya çareseriyê û daxwaz
Çîftyurek destnîşan kir:
"Eger bi rastî em dixwazin ji pêvajoya çareseriyê encamek derkeve û siyaset bigihêje zemîneke sivîl û demokratîk, qet nebe divê girtiyên siyasî ku mijareke sereke ya encamên Pirsgirêka Kurdan e werin berdan, mafê hêviyê yê Birêz Ocalan were naskirin, Doza Kobaniyê û ji bo kesên ku ji çiyê werin qada jiyanê ya siyasî û civakî were vekirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were dayîn."
Sînan Çîftyurek di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nexşeyên Wezareta Pîşesaziyê ya Tirkiyeyê û got:
“Ev nexşeya yekem e, bi navê fermî 'Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê' lê bi navê dîrokî û cografîk Herêma Kurdistanê ye, di rêza herî dawî de ye.
Nexşeya duyem jî bi heman awayî ye, ev nexşeyên Wezareta me ya Pîşesaziyê ne.
Nexşeya sêyan jî wekî ku tiliya xwe di çavên koran re bike, bi temamî di asta şeşan de ye.
Nexşeya şeşan bi rengê zer hatiye boyaxkirin, bi temamî wêneyê cihêkariya etnîkî, sosyolojîk û cografîk e.
Ev nexşe ne nû ne, bi rastî hevtemenê komarê ne lê tiştê ku dihat payîn ew bû ku ev nexşe qels bibin lê mixabin berovajî bû.
Di rastiyê de ev nexşe encama polîtîkayên dewletê yên civakî, aborî, siyasî û çandî ne.
Dema mirov bi hûrgilî binêre dê bi awayekî zelal were dîtin ku polîtîkayên dewletê yên aborî û civakî yên herêmî eger ne li ser cihêkariya etnîkî hatine kirin, ev nexşe çi nîşan didin?”
