Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir ku dê du rojan bidome.
Konferansa ku bi banga 29 rewşenbîr û nivîskaran tê lidarxistin, ji siyasetê bigire heta civaka sivîl û derdorên çand û hunerê gelek navên naskirî anîn cem hev.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî beşdarî konferansê bûn.
"Divê Pirsgirêka Kurdan û demokrasî bibin yek"
Axaftinên destpêkê yên konferansê ji aliyê Gultan Kişanak û Riza Turmen ve hatin kirin ku her du jî di nav bangawazkaran de ne.
Riza Turmen di axaftina xwe de bal kişand ser mijara aştiyê û got:
"Li Tirkiyeyê pêvajoyeke ku jê re dibêjin 'Tirkiyeya Bêteror' hat destpêkirin. Çareseriya Pirsgirêka Kurdan tenê di çarçoveya demokrasiyê de pêkan e. Heke demokrasî nebe, Pirsgirêka Kurdan çareser nabe.
Lê em di serdemeke wisa de ne ku em herî zêde ji demokrasiyê dûr ketine û di vê demê de em hewl didin Pirsgirêka Kurdan çareser bikin.
Divê Pirsgirêka Kurdan û demokrasî bibin yek. Ev yek ne tenê di hişê mirovan de, divê di pratîkê de jî wisa be."
"Demokrasî ji bo Kurdan meseleya hebûn an nebûnê ye"
Turmen anî zimên ku Kurd di têkoşîna demokrasiyê de xwedî roleke serek in û wiha pê de çû:
"Divê Kurd bibin motora demokrasiyê. Kurd di wê rewşê de ne ku dikarin herî zêde motora demokrasiyê bidin xebitandin.
Dema ku Kurd qala demokrasiyê dikin, di rastiyê de qala xwe dikin.
Demokrasî ji bo Kurdan meseleya hebûn an nebûnê ye. Eger em dixwazin nasnameya Kurdan û mafên gerdûnî bên naskirin, ev tenê di civakeke demokratîk de dibe.”
"Bêyî Kurdan destpêkirina tevgereke nû zehmet e"
Turmen xwest ku di avakirina pêvajoyeke nû de cihê Kurdan diyar be û got:
"Eger em dê komareke nû ava bikin, divê Kurd bibin vîna damezirîner a vê komara demokratîk a nû.
Ji ber vê yekê ez li bendê me ku ev yek ji vê konferansê derkeve. Ez difikirim ku divê Kurd bibin parçeyek ji vîna damezirîner a nû.
Ez îro tevgera siyasî ya Kurdan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê wekî tevgera herî girîng dibînim. Bêyî vê yekê destpêkirina tevgereke nû ya demokrasiyê gelekî zehmet e."
“Xeyala me ya paşerojeke hevpar çavkaniya me ye”
Gultan Kişanakê bi Tirkî û Kurdî silav da beşdaran û qala xeyala xwe ya ji bo paşerojê kir:
"Em nikarin rê bidin ku tiştên me jiyane asoya me teng bikin û me ber bi bêhêvîtiyê ve bibin.
Xeyala me ya paşerojeke hevpar a demokratîk çavkaniya me ya herî girîng a motîvasyonê ye.
Di vê xeyalê de pratikên derxistinê yên ku ji aliyê nêzîkatiyên otorîter û yekperest ve hatine afirandin bi dawî dibin.
Pirsgirêka Kurdan li ser bingeha pîvanên azadî û wekheviyê bi awayekî aştiyane tê çareserkirin û maf û azadiyên bingehîn tên garantîkirin."
