Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan peyamek ji konferansa li Stenbolê re şand û wan got, “Divê komar bibe xwedî karakterekî giştgir û azadîxwaz.”
Li Stenbolê Konferansa “Di Sedsaliya Duyemîn de Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê” dest pê kir ku dê du rojan bidome.
Peyama Hevserokê DEM Partiyê di konferanê de hat xwendin.
Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di peyama xwe de anîn zimên ku ew dixwazin komar xwedî karakterekî azadîxwaz be.
"Heta Pirsgirêka Kurdan çareser nebe demokrasî pêk nayê"
Hatîmogullari û Bakirhan di peyama xwe de bal kişandin ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan û got:
"Em bawer in ev konferans dê bibe destpêkeke nû ya demokratîkbûna komarê.
Em dixwazin komar ne li ser yekperestî û zextan, lê li ser bihevrejiyan û qebûlkirina hevdû pêk were."
Her wiha di peyamê de hat destnîşankirin ku bêyî aştiyê demokrasî nabe û ev hatin gotin:
"Heta Pirsgirêka Kurdan bi rêya demokrasiyê çareser nebe demokrasî pêk nayê.
Ji ber wê jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûnê gelekî girîng e."
Daxwaza sedsala duyemîn a komarê
Hevserokan diyar kir ku ew li dijî komareke "ewlehîparêz" in û daxwazên xwe wisa rêz kirin:
"Daxwaza me ew e ku komar di sedsala xwe ya duyemîn de ne tekparêz lê pirdeng be.
Divê komar ne dûrxer lê hembêzker be. Divê ne ewlehiyê, azadiyê esas bigire.
Em bawer dikin ku têkoşîna azadiya jinan pîvana avaker a welatîbûna wekhev e.
Her wiha ked, ekolojî, ciwan û demokrasiya xwecihî stûnên bingehîn ên paşeroja me ya hevpar in."
"Bila asoya aştiyê berfireh bike"
Hatîmogullari û Bakirhan di destpêka peyama xwe de beşdarên konferansê bi hestên "piştgiriyê" silav kirin.
Hevserokan di dawiya peyama xwe de jî hêviyên xwe yên ji konferansê eşkere kirin û got:
"Em hêvî dikin ku konferansa we bibe hevdîtineke bihêz a ku îlhamê bide xeyaleke nû ya demokratîk.
Bila ev hevdîtin lihevkirina civakî mezin bike û asoya aştiyê berfireh bike.
Em we hemûyan bi rêz, hezkirin û bi hêviya paşerojeke hevpar silav dikin."
