Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Menteşeyê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, çawîşekî pispor bi çekê êriş kir.
Di encama êrişê de polîsê bi navê T.B.yê ku ji bo bersivdayîna banga alîkariyê ya li ser Sepana Piştgiriya Bilez Jinan (KADES) çûbû cihê bûyerê, canê xwe ji dest da.
Êrişkar hevjîna xwe ya berê birîndar kir û paşê jî bi heman çekî hewl da xwe bikuje.
Li navçeya Menteşeyê ya Muglayê jina bi navê H.S. ji ber ku hevhînê wê yê berê gef lê dixwarin, li ser telefonê bi rêya sepana KADESê banga alîkariyê kir.
Polîs û hevjîna xwe ya berê da ber guleyan
Piştî vê banga alîkariyê, tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Parêzgehê di demeke kurt de çûn cihê bûyerê.
Di vê navberê de hevjînê wê yê berê ku çawîşê pispor e gule li polîsê bi navê T.B. û hevjîna xwe ya berê H.S. reşandin.
Êrişkarê bi navê G.Y. piştî ku gule li hevjîna xwe ya berê û polîs reşandin, bi heman çekî gule berda û hewl da xwe bikuje.
Polîsê birîndar rizgar nebû
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin.
Polîsê bi navê T.B. yê ku bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Menteşeyê.
Lê wî tevî hemû hewldanên bijîşkan jî canê xwe ji dest da.
Tedawiya jina birîndar H.S. û çawîşê pispor G.Y. li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Muglayê didome.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya her du birîndaran jî giran e û metirsiya li ser jiyana wan didome.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin.
