Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku xebatên yasayî yên li ser pêvajoya çareseriyê ber bi dawiyê ve diçin û dê di demeke herî nêz de pêşniyaryasa pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek îro li Parêzgariya Rîzeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Wî li ser pêvajoya çareseriyê û qonaxa wê ya yasayî agahiyên nû parve kirin.
“Projeya sedsalê”
Gurlek bal kişand ser girîngiya sererastkirinên yasayî yên pêvajoyê û anî zimên:
"Înşalah xebateke yasayî dê were ber destê Parlamentoyê. Em êdî di projeya dewletê ya sedsalê de hatine qonaxên dawî.
Me bêyî qeza û bela, rêyeke girîng derbas kiriye û niha em li ser xaleke girîng a werçerxanê ne.
Înşalah ev pêvajo bi derketina yasayê bigihe encamê. Di demeke pir kurt de ev yasa dê bikeve meriyetê."
Pakêta 12emîn a Darazê
Akin Gurlek her wiha behsa "Pakêta 12emîn a Darazê" kir ku niha li Parlamentoyê di qonaxa amadekirinê de ye.
Wî diyar kir ku di nava vê pakêtê de ji bo têkoşîna li dijî tawanan sererastkirinên nû hene.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê hinek hûrgiliyên wê pakêtê jî eşkere kirin û destnîşan kir:
"Nexasim dosyayên kiryarnediyar, dosyayên ku bi salan e nehatine çareserkirin, têkoşîna li dijî rêxistinên tawanan, çeteyên nifşê nû, qumara sîber û bazirganên madeyên hişbir dê di vê pakêtê de cih bigirin.
Em dê li dijî hemû pêkhateyên ku aramiya welat têk dibin têkoşîna xwe bidomînin. Di pakêta nû de me biryar da ku ji bo hinek tawanan ceza werin girantirkirin."
