Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznur Bartinê li ser qezayên trafîkê yên li Colemêrgê pêşniyarpirsek da Parlamentoya Tirkiyeyê.
Oznur Bartinê piştî qezaya 18ê Hezîranê ya li Çerxerêya Balafirgeha Geverê ku tê de 3 welatî mirin, rîskên li ser rêyên Colemêrgê bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Bartinê ji bo standina tedbîran serî li 4 wezaretan da û diyar kir ku li ser rêya Wan-Colemêrgê û rêyên navçeyan di salên dawî de herî kêm 28 welatî mirine û gelek welatî jî birîndar bûne.
Bartinê destnîşan kir ku ev rê ji ber ketina keviran, hezazê, kêmiya ronahiyê û pergalên drenajê yên kêm wekî "korîdorên rîskdar" tên naskirin.
Parlamentera Colemêrgê ragihand ku ev rîsk ne nû ne û di raporên teknîkî de jî hene û got, "Ne rîskên nehatine zanîn, rîskên ku tên zanîn dibin sedema mirinê."
Bartinê bal kişand ser wê yekê ku piştî her mirinê desthilat daxuyaniyên wekî hev dide, qezayan wekî bûyerên "ji rêzê" dibîne û berpirsyariyê tenê dixe stûyê şofêran.
Pirsgirêka wekheviyê û veberhênanê
Oznur Bartinê eşkere kir ku li herêmên din ên Tirkiyeyê tedbîr zû tên standin lê dema mijar dibe Colemêrg veberhênan bi salan tên bipaşxistin.
Bartinê da zanîn ku ev yek di warê mafê jiyanê de dibe sedema nedadperweriyê û ji wezaretan pirsî ka di van 5 salên dawî de AFADê li ser rêyên Colemêrgê analîzeke rîskê kiriye yan na.
Bartinê her wiha xwest were zanîn ka çima veberhênanên pêwîst nayên kirin û gelo ev yek ji ber kêmasiya budceyê ye yan ji ber tercîhên siyasî ye.
